Gelê Komurê HDP’ê dixwaze 2019-02-07 11:17:14 SEMSÛR  - Namzetên Hevşaredarên Bajaroka Komur a Semsûrê Zîlan Erbay û Erkan Karataş, diyar kirin ku ewê di 31’ê Adarê de dê qeyûm paşve bişînin cihê jê hatin.  Namzetên Hevşaredarên Bajaroka Komur a Semsûrê ya qeyûm tayînê wê hat kirin Zîlan Erbya û Erkan Karataş, diyar kirin ku ewê hişmendiya qeyûman a 7 salin li ser şaredariya wan desthilatdariyê dike, dê paqij bikin. Bi tayînkirina qayûm re, xizmetên li bajarê hatine asta rawestandinê û gel ji qeyûm bi gazince. Gelê bajar HDP’ê dixwaze û dibêjin ewê di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de dengê xwe bidin HDP’ê.   JINEK 22 SALIYE    Namzeta Hevşaredara Bajaroka Komur a HDP’ê Zilan Erbay, di sala 1997’an de li Komurê ji dayîk bûye. Erbey a mezûna beşa Tenduristiya Dev û Diran a Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê ye, diyar kir ku ew ê li herêmê şaredartiya jinê jiyanî bikin. Erbay, da zanîn ku hemû barê jiyana Komurê li ser pişta jinane û wiha axivî: “Ji ber vê emê projeyên jiyana jinan rehet bike, pêş bixin. Di nava malê de û li cihê kar jin hemû karan dikin. Em jin neçarin ku karan bi hevre bikin. Mînak jineke ku di zeviyan de dixebite, divê li zarokên xwe jî mêze bike. Lê ligel hemû karan jî, keda jinê nayê dîtin.”   ‘EV BAJAR A ME YE Û EMÊ BI RÊVE BIBIN’   Erbay, da zanîn ku ewê qezenc bikin û wiha got: “Emê ji bo jinan navendên çandê, jiyanê, ji bo zarokan kreş û qadên lîstûkê vekin. Emê heya dawiyê deriyê şaredariya xwe li welatî, jin, ciwan û zarokan vekin. Qeyûm tayînê Şaredariya Komur kirin. Emê di 31’ê Adarê de şaredariyê dîsan bidin gel. Ji ber vê ev bajar a me ye û emê bi rêve bibin.”    ‘YA ZOR Û ZEHMET ME BI SER XIST’   Namzetê Hevşaredariya Komêr ê HDP’ê Erkan Karataş jî, di sala 1988’an de li Komurê hatiye dine. Karataş dest ji xwendina xwe  ya Lîsê ber dide û neçar dimîne ku hê ciwan dest bi kar bike. Karataş berî qeyûm tayînê şaredariyê bê kirin endamê meclîsê bû û dûrê endamtiya wî hat betalkirin. Karataş, diyar kir ku di hilbijartinê de ewê qeyûman paşve bişînin cihên wan û wiha axivî: “Berî qeyûm bê tayîn kirin, xebatên me yên binesaziyê, kevirên parke û kanalîzasyonê hebûn. Qeyûman ev xebatên me yên nîvçû man weke ku projeyên wan be temam kirin. Qeyûm ji derveyî projeyên me tu xizmet ji bo bajarê nekiriye. Ya zor û zehmet me bi ser xist û qeyûm jî hat li ser rûnişt.”   'EMÊ KARÊ XWE DÎSAN BERDEWAM BIKIN’   Karataş, destnîşan kir ku ewê xebatên xwe dîsan berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Emê bi rêya meclîsên gel, hemû xebatên şaredariyê bi kesan bidin naskirin. Em ê bi feraseta şaredartiyek zelal û eşkere xebatên xwe dewam bikin. Projeya me ya avdanê ya di nivî de ma bû hebû. Dîsan pirsgirêkên hin tax û gundên me hebûn. Emê van hemûyan çareser bikin. Emê dest bi xebatên çand û hunerê bikin. Emê ji bo jin û ciwanan kompleksên sporê vekin. Emê hewl bibin hemû pirsgirêkên bajarên xwe çareser bikin.”