Polîsan Hevserokên HDP'ê û DBP'ê binçav kirin 2019-02-07 11:05:45   EDENE / MÊRDÎN - Polîsan di serdegirtina malan a li Mêrdînê de Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Sincar û rêveberên partiyê binçav kirin. Polîsan li Edeneyê jî bi ser mala Endama Meclisa DBP'ê Beritan Onen de girt û li mala wê ya Edeneyê binçav kirin.    Polîsan serê sibê li Mêrdînê bi ser gelek malan de girt. Polisan di serdegirtina malan de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Ali Sincar û rêveberê HDP'ê Abidin Unay, Halil Yagan û Adil Başaran binçav kirin. Polisan di çarçoveya operasyonê de bi ser mala Hevserka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak de jî girtin û li mala wê lêgerîn kirin. Lê ji ber Amak ne li mal bû nehat binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Mêrdînê.    POLÎSAN LI EDENE ONEN BINÇAV KIRIN   Polîsan li Edeneyê jî bi ser mala Endama Meclisa Pardiya Herêmên Demokratîk (DBP) Beritan Onen ya li navçeya Seyhana Edeneyê de girt û li mala wê binçav kirin. Polîsan li malê demek dirêj lêgerîn kirin û Onen binçav kirin. Onen birin Midûriyeta Polîsan a Seyhanê. Hat zanîn ku ji ber çalakiyek DBP'ê ya li Mêrdînê Onen binçav kirine.