Li Şirnexê xaniyên TOKî nadin xwediyên wan 2019-02-07 10:05:41   ŞIRNEX - Li Şirnexê xaniyên TOKÎ ku diviya bû di 28'ê Çile de li xwediyê wan belav kiribûna, bi hinceta "kêmasiyên teknîkî" belavkirina xaniyan taloqî demek nediyar kirin. Niha jî bi navê "qada hevpar" serê metrekareyê Hezar û 170 tl  ji xwediyê xaniyan  dixwazin.    Li Şirnexê di 14'ê Adar û 14'ê mijdara 2016'an de kolan li welatiyan hatibûn qedexekirin û piştî qedexeya 8 mehan gelek taxên Şirnexê yên bi tang û topan zerar dîtibûn bi kepçeyan hatin xerakirin. Gelek xaniyên saxlem jî hatin xerakirin. Serokatiya TOKÎ bi armanca zêde avahiyan çêke û rentê zêde bistîne xaniyên saxlem jî xera kir. Îdareya Xaniyên Komî (TOKİ) û Wezareta Bajarvanî û Derdorê piştî tax xera kirin, bi hevre li Şirnexê 6 hezar û 731 xanî û Hezar kargerî ava kir. Xaniyên ku hatin avakirin diviya bû di 28'ê Çile de teslîmî xwediyê wan kiribûna. Her çend rayedarên hikûmetê diyar kirin ku dê di demek kin de xanî temam bibin û teslîmî xwediyê wan bên kirin jî hêj xanî teslîmî xwediyan nehatiye kirin. Ji ber xanî teslîmî xwediyê wan nehatiye kirin xwediyên xaniyan pir zêde mexdûr dibin.    KIRIN MALZEMEYA HILBIJARTINÊ    Ji 301 xaniyên TOKÎ ku diviya bû di 28'ê Çile de li xwediyê wan belav kiribûna, bi hinceta "kêmasiyên teknîkî" belavkirina xaniyan taloqî demek nediyar kirin. Niha jî bi navê "qada hevpar" serê metrekareyê Hezar û 170 tl  ji xwediyê xaniyan  dixwazin.  Di vê pêvajoyê de namzetê AKP'ê yê Şirnexê Mehmet Yarka û hevalên wî li ser van xaniyên TOKÎ propaganda hilbijartinê dikin. Welatiyan diyar kirin ku rayedarên AKP'ê naxwazin beriya hilbijartinê di xaniyên TOKÎ de bi cih bibin. Welatiyan destnîşan kirin ku ji ber mîmariya xaniyên TOKÎ xerab e di baranê de jêrzemînê wan tev dijî av dibe û hemû sewaxa dîwarê wan hildiweşe. Welatiyan destnîşan kir ku xaniyên TOKÎ tev bi pirsgirêk in û niha serê daîreyê 170 tl dixwazin. Welatiyan, destnişan kir ku ji bo qadên hevpar ên wekî asansor, baxçe, pêpelok û koorîdoran serê metrekareyê Hezar û 170 TL ji wan dixwaze. Welatiyan destnişan kir ku ev "Qada Hevpar" di peymanê detune bû, lê niha ev qad lê zêde kirine û dîsa dubare pereyan ji wan dixwazin."