HDP: Kesên dixwazin dawî li tecrîdê bê divê ber bi qada mîtîngê ve biherikin 2019-02-07 09:24:51 MÊRSÎN – Dê HDP'a Mêrsînê, li dijî tecrîdê mîtîngekê li dar bixe. Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mûstafa Işik got: "Divê kesên aştîxwaz, azadîxwaz ji bo dawî li tecrîdê bê tev li mîtîngê bibin."  Wê HDP'a Mêrsînê, ji bo bal bikişîne ser tecrîdakirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê, mîtîngekê li dar bixe. Wê mîtîng li Stadyûma Yevfîk Sirri Gur a Yenîşehîra Mêrsînê, di 9'ê Sibatê de bi dirûşmeya "Edalet, Azadî û Demokrasiyê" bê lidarxistin. Wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Berdevka HDK'ê Gulîstan Kişiç Koçyîgît û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî tev li mîtîngê bibin.    Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mûstafa Işik, diyar kir ku ji bo mîtîngê wan serî li Walîtiya Mêrsînê daye û walîtiyê serlêdana wan qebûl kiriye. Işik, anî ziman ku xebatên wan ên ji bo çalakiyê didomin û li bendê ne ku wê ji Mêrsîn, Edene, Osmaniye û Hatayê bi deh hezaran kes tev li mîtîngê bibin. Işik, diyar kir ku wê welatî di mîtîngê de ji bo aştî, demokrasî, azadî û bidawîbûna tecrîdê biqîrin û hemû kes vexwand mîtîngê. Işik got: "Divê kesên aştîxwaz, azadîxwaz ji bo dawî li tecrîdê bê tev li mîtîngê bibin."    'EM XWEDÎ LI LEYLA GUVENÊ DERKEVIN'    Işik, diyar kir ku ev pêvajo, pêvajoya bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye û got: "Em dibêjin em xwedî li Leyla Guvenê derkevin. Em dibêjin em di vê pêvajoyê de xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Em xwedî li hemû parlementerên girtî derkevin. Em xwedî li bajarên xwe û xwe derkevin. Em dibêjin em şaredariyên xwe bi dest bixin. Divê gelê Çûkûrovayê ber bi qada mîtîngê ve biherike."    PEYAMA MÎTÎNGÊ    Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Erîg, diyar kir ku wan ji bo mîtîngê gelek pankart daliqandine û ji bo mîtîngê wan otobês amade kirine. Erîg, anî ziman ku ew ê bi hezaran kes ji Edeneyê tev li mîtîngê bibin. Erîg, destnîşan kir ku ji bo daxwaza Leyla Guven û girtiyan pêk bê, ev mîtîng pir girîng e û got: "Beşdarbûyîn çi qasî xurt be, wê peyama mîtîngê jî ew qas xurt be. Kesên aştîxwaz, kesên dixwazin dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê divê tev li vê mîtîngê bibin. Loma divê gelê me beşdarî mîtîngê bibe."