3 kiryarên muhtemel ên Tahir Elçî hatin diyarkirin 2019-02-07 09:17:49 AMED – Wê Baroya Amedê, 3 kiryarên muhtemel ên cinayeta Tahir Elçî aşkere bike.  Di 28'ê Mijdara 2015'an de, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, dema li ber Minareya Çar Ling daxuyanî dida hat kuştin. Ji bo "kiryarên muhtemel" ên cinayetê aşkere bibin, Beşa Mîmariya Edlî ya Forensic Architecture ya Zanîngeha Londrayê dîmenên di dema bûyerê de hatin kişandin lêkolîn kiribûn û Baroya Amedê jî di 14'ê Kanûna 2018'an de heman dîmen radestî Serdozgeriya Komarê ya Amedê kiribû. Piştî baroyê dîmen radestî serdozgeriyê kirin, daxuyandibû ku ger serdozgerî ji bo îfadeyê gazî "kiryarên muhtemel" neke, ew ê daneyên di dest xwe de bi raya giştî re parve bikin. Lê belê heta niha dozgeriyê ji bo vê yekê tiştek nekiriye. Ji ber vê wê Baroya Amedê jî agahî û belgeyên di dest xwe de sibê, di 8'ê Sibatê de, bi raya giştî re parve bike.    DI RAPORÊ DE 3 KIRYARÊN MUHTEMEL HENE   Beriya rapor bê parvekirin, li gor agahiyên bi dest ketin, di rapora ji aliyê Zanîngeha Londrayê ve hatiye amadekirin de 3 kiryarên muhtemel hene. Li gorî raporê, beriya Tahir Elçî bê kuştin bi çend saniyena 3 polîs li ser hevdu çekê ber bi hêla Elçî ve berdidin. Di raporê de yek ji van polîsan, wekî kiryarê muhtemel ê cinayetê hat nirxandin.    Di vê rapora ku ji aliyê komeke pispor ve hat amadekirin de, hat destnîşan kirin ku wexta Elçî hat kuştin an kamera hatine girtin an jî dîmenên wê kêliyê hîn nehatine tespîtkirin û ji ber vê ji sedî sed kiryar nehatine tespîtkirin. Koma pispor, di raporê de diyar dike ku Elçî di wê kêlika ku kamera 4 saniye hatine girtin de hatiye kuştin.    MA / Aydın Atay