Ji bo Ocalan ketin greva birçîbûnê 2017-11-04 15:25:35   STENBOL - Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Ataşehîr, Esenyurt û Beyogluyê dest bi greva birçîbûnê kirin.    Platforam Saziyên Demokratîk a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi dawikirina tecrîdê li Ataşehîr, Esenyurt û Beyogluyê dest bi çalakliya greva birçîbûnê kirin. Dê çalakiya greva birçîbûnê ya Platformê du rojan bidome û bi giştî 30 kes beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya her sê navçeyan bûn.    Li avahiya rêxistina HDP’a Beyogluyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin û çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Wekîla Serokê Meclîsa  Tirkiye û Parlamentera HDP’ê Pervîn Buldan, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya wekiltiya wê hat rakirin Besîme Konca û gelek welatî beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Welatiyên ku beşdarî çalakiyê bûn, berdilkên “Tenduristiya wî tenduristiya me ye” li xwe kirin û wêneyên Ocalan rakirin.     'AZADIYA WÎ AZADIYA ME YE'   Hevseroka HDP’a Beyoglu Gulsen Bîter daxuyaniyek da û wiha  got: “Ne li gorî qanûnên gerdûnî 18 salin Ocalan tenê tê girtin û polîtîkayên dij mirov li ser wî ferz dikin. Du sal û nive tecrîtek girankirî li ser Ocalan tê meşandin. Divê tecrîta girankirî bê rakirin. Heya  tecrît bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Azadiya Ocalan azadiya me ye.”