Ji MYK'a HDP'ê daxuyaniya 4'ê Mijdarê: Em ê teqes bi ser bikevin! 2017-11-04 15:16:05 ENQERE - MYK'a HDP'ê bi minasebeta 4'ê Mijdarê daxuyanî da û got ku "Em ê li dijî desthilatdariya ku dixwaze faşîzmê sazî bike, bê navber têkoşînê bidin. Teqes em ê bi ser kevin." Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP'ê, di yekemîn salvegera girtina wekîlên HDP'ê ya 4'ê Mijdarê de di bin sernavê "Em derbeya 4'ê Mijdarê şermezar dikin" de daxuyaniyek belav kir.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî pêvajoya şer di Tîrmeha 2015'an de dest pê kir, ji 10 hezarî zêdetir HDP'î hatine binçavkirin, 3 hezar HDP'î hatine giritin û ev tişt hat gotin: "Berî salekî hevserokên partiya me Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û 11 wekîlên me hatin girtin. Ev di siyaseta Tirkiyeyê de wekî derbeya 4'ê Mijdarê tê zanîn. Di pêvajoya OHAL'ê de derbeyeke mezin li siyaseta demokratîk hat xistin.   HDP'ê destnîşan kir ku desthilatdariyê li dijî siyaseta demokratîk û partiya me operasyonek pêk aniye û parlamento bi awayekî fîîlî bê bandor kiriye û teslîmê daraza li gorî fermanê tevdigere hatiye kirin. HDP'ê aşkera kir ku meclis xedî li berdevkên xwe û vîna xwe derneketiye.   HDP'ê aşkera kir ku ne zêde dereng, dê di demek nêz de li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşîna demokrasî û hiqûqê dewam bike û wiha got: "Em ê wekî gelên li Tirkiyeyê çawa me duh li ber xwe da, em ê îro jî li dijî hemû zextan têkoşîna xwe li dijî rêvberiya 'yek zilamî' dewam bikin. Em ê hemû hewldanê ku dixwaze siyaseta demokratîk tasfiye bike vala derxin û têkoşîna xwe bilind bikin. Desthilatdariya ku dixwaze faşîzmê sazî bike, em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê dewam bikin û TEQES EM Ê BI SER BIKEVIN..."