Di çalakiya Rûniştina F de xwestin Sisê Bingol berdin 2017-11-04 15:14:57   STENBOL – Komîsyona  Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çalakiya "Rûniştina F" de xwestin dayika 78 salî Sisê Bingol ku gelek nexweşî pêre hene bê bardan.    Komîsyona  Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 293'an de çalakiya "Rûniştina" li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Di çalakiyê de pankara “Dermankirin maf e nayê asteng kirin","Tecrîd dikuje, şewirmendî dide jiyandin" vekirin û wêneyên girtiyên nexweş rakirin. Komê bê navber siloganên “Dawî li îşkenceya OHAL'ê bînin", “Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Dayika Sisê Bingol berdin" berz kirin.    Vê hefteyê xwestin dayika 78 salî Sîsê Bîngol a nexweşa kezeb, dil, tansiyon û jinekolojik e serbest bê berdan. Emdamê komîsyonê Muharrem Kurşun, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û şertên dermankirina wan û xwest hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Kurşun, diyar kir ku girtî bi gotina "Hûn bimirin jî em we nabin nexweşxaneyê" û gefan li girtiyan dixwin û wiha got: "Divê em bibin dengê girtiyên nexweş. Divê em dengê wan bilind bikin."    Parazvanê mafê mirovan Îbrahim Demirel daxuyanî xwend û xwest OHAL bi dawi bibe û hemû girtiyên nexweş bên berdan.  Demirel, anî ziman ku her roj girtî tên sewkkirin û girtiyan bi rînga yek kesî sewq dikin. Demirel, destnişan kir ku her çend cilên yek reng nexistibin meriyetê jî rînga yek kesî xistine meriyetê û bertekên xwe yên li dijî mafên girtiyan anî ziman. Em dibînin ku tecrîdê bêtir kûr dikin. Menderes Leyla diviya bû 15 rojin bê dermankirin. Di roja 8’ar de xwestin bi rînga wekî qefezan wê sewk birin. Ji ber ku nexwest bi vê yekê biçe dermankirina wê nehat temamkirin.    Dîsa li gorî keça Bingol Haspike Kaymaz li gundê Badan ê Gimgima Mûşê di sala 2016'an de hat binçavkirin û girtin. Bi îdiaya bi zanebûn û xwestin sûc kiriye. Pîra Sisê Bingol  2 meh şûnde li dadgehê hat berdan. Piştî cezayê Sîsê Bîngal ê 4 sal û 2 meh ji aliyê Dadgeha Erziromê ve hat erêkirin dîsa hat girtin û şandin Girtîgeha Mûşê. Piştî demek şûnde ew birin Girtîgeha Jinan a Tarsûsê. Demek şînde pîra Sîsê krîza dil derbas kir. Rayedaran agahî dan xizmên Sisê Bingol û diyar kirin ku piyê wê werimiye.    Demîrel, anî ziman ku gelek nexweyiyên Pîra Sîsê Bîngol heye û xwest bê berdan.    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.