Li 50 kesan cezayê hepsê hat birîn 2019-02-06 15:47:52   RIHA – Li 50 kesên beşdarî şahiya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûne li her kesekî salek û 6 meh cezayê hepsê hat birîn.    Danişîna doza 64 kesên di 4’ê Nîsana 2013’an de li Rihayê beşdarî rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûbûn û ku bi îdaya “Propaganda rêxistinê kirine” û “Li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” doz hatibû vekirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.    Endamê Meclîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selîm Sadak û Hevseroka Giştî ya TUHAD-FED’ê ya bi KHK’ê hat girtin Zubeyde Teker jî hene ji 64 kesan dosyeya 12 kesan hat veqetandin û dosyeya 2 kesan jî bi hêceta wefat kirine hat girtin.    Parêzeran di dozê de parastina miwekîlên xwe kirin. Pişt re heyeta dadgehê Sadak û Teker jî di nav de li 50 kesan bi hêceta “Propaganda rêxistinê kirine” berat kir. Dadgehê bi hêceta “Li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” li her yekê salek û 6 meh cezayê hepsî birî.    Heyetê cezayê 40 kesan taloq nekir û cezayê 10 kesan jî taloq kir.