'Em bang dikin ku hemû kes bibin dengê berxwedana Guven' 2019-02-06 14:58:29   MÊRSÎN – Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê, bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçûbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hat destpêkirin û berdewam dike, daxuyanî da û got: “Em bang dikin ku hemû kes bibin dengê berxwedana Guven.”   Meclîda Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Mêrsînê, bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûna ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven a di roja 91’emîn de berdewam dike û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan daxuyanî da çepemeniyê. Civîna çapemeniyê li avahiya partiyê hat lidarxistin. Pankarta “Leyla Guven vîna me ye” û wêneyê Guven bi salona daxuyanî lê dayîn ve hat kirin. Gelek jin beşdarî civînê bûn.    ‘DIVÊ EM DENG BIDIN BERXWEDANA GUVEN’   Li ser navê jinan endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Bajêr Bedriye Bukten axivî û wiha got: “Rewşa Leyla Guven û 291 girtiyên di greva birçîbûnê de krîtîke. Geven weke jinekê li ber xwe dide. Îro li gelek qadan çalakiyên piştgirî dayîna grevên birçîbûnê berdewam dikin. Daxwazên Guven daxwazên me hemûyane. Divê em deng bidin berxedana Guven. Em bang dikin ku hemû kes bibin dengê berxwedana Guven”