Wezareta Dadê ji bo çalakgerê Strasbourg biryara bultena sor derxist 2019-02-06 11:14:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Dadê, der barê çalakgerê Strasbourgê Prz. Denîz Surgut ê ku 52 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva biçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, biryara lêgerîna bultena sor da. Wezaretê xwest Surgut îadeyi Tirkiye bikin.    Wezareta Dadê, der barê çalakger Prz Denîz Surgut ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 52 rojin li Strasbourgê di greva biçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, xwest îadeyi Tirkiye bikin.  Li gorî nûçeya nûçegîhana Arti Gerçekê Nalin Oztekîn, Wezareta Dadê der barê çalakger Prz. Deniz Surgut de biryara lêgerîna bultenasor derxist û xwest îaedyî Tirkiye bikin. Parezerê Surgut Huseyin Bogatekin diyar kir ku biryarek wisa li dijî hiqûq û mantiqê ye. Prz Bogatekîn, diyar kir ku dê vê biryarê îtîraz bikin. Bogatekin, anî ziman ku dadgehê di 5'e Sibatê de biryarek li biryarê zêde kiriye û ev biryara dadgehê li ser UYAP'ê dîtine. Bogatekîn, anî ziman ku dadgehê ji ber nivîsa Wezareta Dadê ya di 28'ê Çile de der barê Prz. Deniz Surgut de biryara legerîna bultena sor derxistine û ev daxwaz dê ji rayedarên Fransayê re bê ragihandin.    Prz. Bogatekîn, anî ziman ku muwekilê wî Prz. Deniz Surgut dema li Tirkiye bû, di bin çavan de rastî îşkenceyê hat û li Dadgeha Cezayên Giran a Gumuşhaneyê hat darizandin û 2 salan neheq hat girtin. Prz. Bogatekîn, da zanin ku muwekilê wî rastî dehan sal ceza hat û ev biryar li Dadgeha îstinafê îtîraz kirine û hêj bi encam nebûye.