Namzeta Hevşaredariya Serê Kaniyê anîn Rihayê 2019-02-06 11:11:26   RIHA - Namzeta Hevşaredariya Serê Kaniyê ya HDP’ê Narîn Gezgor a di dema vekirina buroya hilbijartinê ya Serê Kaniyê de polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin û binçavkirin, anîn Rihayê.     Namzeta Hevşaredariya Navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Narîn Gezgor a duh di dema vekirina buroya hilbijartinê ya Serê Kaniyê de polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin û binçavkirin şevê din anîn Miduriyeta Polîsan a Rihayê. Gezgor ji ber ku tecrîda li ser RêberÊ PKK’ê Abdullah Ocalan anî rojevê rastî mudaxileya bombeyên gazê yên polîsan hat.    Namzeta Hevşaredariya Serê Kaniyê Narîn Gezgor a piştî Mehmet Alî Kahraman axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser pêkanîna tecrîdê ya li ser Ocalan, polîs bêyî ku hişyarî bikin, bi bombeyên gazê êrîş kirin. Gezgor a ket avahiya buroya hilbijartinê, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û polîsan vekirina buroyê asteng kirin. Polîsan Gezgor binçavkirin bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” anîn Midûriyeta Polîsan a Rihayê.    Li bendêye dinava rojê de îfadeya Gezgor bê girtin.