Qedexeyek rakirin, qedexeyek din îlan kirin 2019-02-06 10:45:22   AMED - Qedexeya li 17 tax û gomên navçeyên Lîcê û Pasûrê hat rakirin, lê vê carê jî li 11 taxên Lîcê û Hênê qedexeya derketina derve hat îlankirin.    Qedexeya dereketina derve ya duh serê sibê li gom û taxên Çirali, Kiyikoy, Dallica, Kûtlû, Oyûklû û Turelî yên navçeya Lîcê û gom û taxên Karaagaç, Kamişli, Çûkûrca, Demîrlî, Bayirkoy, Bagcilar, Akbûlak, Duzce, Temren, Uygûr û Taşkopru yên navçeya Pasûrê yên Amedê hatibû  îlan kirin, saet 24.00'ê şevê hat  rakirin.    DÎSAN 11 TAX HATIN QEDEXEKIRIN    Piştî rakirina qedexeyê 6 saet şûn de, dîsan li taxên Ecemî, Şenlik, Bîrlîk, Abali, Ergînkoy, Tuzlakoy, Çeper ên navçeya Licê û li gundên Kaladibî, Akçayurt, Topçular, Yukariturali yên navçeya Hênê yên Amedê îro ji saet 06.00'an de qedexeya derketina derve hat îlankirin.    Beriya ku qedexe were ragihandin bi tevlibûna yekîneyên taybet operasyona leşkerî hat destpêkirin.