Berxwedana Leyla Guven ket meha 4'an 2019-02-06 09:36:56   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger, 3 meh li pey xwe hişt û ket meha 4'an.   Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye 3 meh (90 roj) li pey xwe hişt û ket roja 91'an. Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Amed, Hewler, Firansa, Mexmûr, Şengalê, Silêmaniyê didome. Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 90 roj li pey xwe hişt û ket roja 91'yemîn. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 78'emîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 52'yemîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 53'yemîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 291 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.       Piştî Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe berdewam kir, li avahiya KCD'ê ji bo piştgiriya çalakiya Guven li avahiya KCD'ê nobet hat destpêkirin. Parlamenterên HDP'ê li avahiya KCD'ê di 31'ê Çile de dest bi nobetê kirin û 6 rojin her rojê 2 parlamenterên HDP'ê li avahiya KCD'ê Nobetê digire. Li gel nobetê bi banga HDP’ê her roj saet ti 20.00’an de girse dimeşe ber mala Guven û bi çalakiya deng derxistinê piştgiriyê didin Guven. Guven derdikeve eywanê û gel silav dike. Guven ku 90 rojin di grevê de ye bi zahmetî dikare avê vexwe û tenduristiya wê her ku diçe giran dibe û hita niha 11 kîlo zeîf bûye.