Dayika 2 zarokên çalakger: Daxwaza zarokên min daxwaza min e 2019-02-06 09:08:51 MÊRSÎN – Meryem Erbey, ku du zarokên wê di greva birçîbûnê de ne got: "Daxwaza zarokên min daxwaza min e jî."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha li gelek girtîgehan jî bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger didome. Ji 291 girtiyên di greva birçîbûnê de 2 jê zarokên malbata Erbeyê ne.    Mehmet Erbey, ji 5'ê Çileyê ve li Girtîgeha Tîpa D a Duzceyê û Maşallah Erbey jî ji 5'ê Çileyê ve li Girtîgeha Jina ya Bunyan a Kayseriyê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wan Meryem Erbey, diyar kir ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e û ji bo xwedîderketinê bang li hemû xizmên girtiyan kir.    Erbey, bilêv kir ku 23 sal ceza li kurê wê Mehmet Erbey û 10 sal ceza jî li keça wê Maşallah Erbey hatiye birîn û niha jî her du zarokên wê ji bo dawî li tecrîdê bê bedena xwe dane ber birçîbûn û mirinç Erbey, destnîşan kir ku ew malbat jî bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û polîs tim davêjin ser mala wan û wan binçav dikin. Her wiha dayik Erbey, da zanîn ku kurê wê Serhat Erbey jî 2 sal in di Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê de ye û kurê wê Velat Erbey (28) jî ji ber zext û zorî û ferzkirina sîxurtiyê ya polîsan reviyaye Ewropayê.    'EM JIYANEKE BÊYÎ OCALAN QEBÛL NAKIN'    Erbey, bilêv kir ku ew li pişta zarokên xwe ye û ew ê tu carrî tecrîdê qebûl nekirin û xwest rojek berî rojekê dawî li tecrîdê bê. Erbey, diyar kir ku zarokên wê jê re gotine: "Heta daxwaza me neyê qebûlkirin, wê çalakiya me dewam bike. Em ê bi ser bikevin. Ne tenê Kurdistan, cîhanê jî bidin me, em ê jiyaneke bêyî Ocalan qebûl nekin."    'EM BIBIN DENGÊ WAN'   Dayik Erbey, dewlet vîna gelê kurd nahesibîne, lê belê ew ê heta dawiyê destekê bidin daxwaza mafdar a girtiyan û ew ê ji bo daxwaza wan bitêkoşin. Erbey got: "Niha ji ber çalakiya zarokên xwe serbilind im. Zarokên min ji bo mirovahiyê têdikoşin. Ez bang li hemû dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne dikim; 'Bila moralê we baş be.' Ez li ber nakevim. Ger gelê kurd di bin esaretê de be, ev qas kurd di zindanan de bin, ev qas zilm hebe û ev qas mirin çêbibin, ez ji bo daxwaza zarokên xwe xemgîn nabim. Zarokên min doza çi bikin ez jî doza wî tiştî dikim. Têkoşîna zarokên min têkoşîneke mafdar e. Armanceke wan a xirab tune ye. Ez bang li hemû parêzvanên mafên mirovan dikim, werin em destekê bidin grevên birçîbûnê. Em bibin dengê wan."    MA / Ergîn Çaglar