Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Girtî bi biryar in 2019-02-06 09:08:03 STENBOL - Fehîme Ekmez ya  kurê wê Nîhat Ekmez ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di greva birçîbûnê de ye, got: "Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin daxwaza zarokên xwe."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 91'ê de ye. Li gelek girtîgehan jî bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê didome. Yek ji van girtiyan jî Dr. Nîhat Ekmez e ku ji sala 1996'an ve di girtîgehê de ye.    Fehîme Ekmez, ya kurê wê  Nîhat Ekmez ku di Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Şakrana Îzmîrê de ye, diyar kir ku wê hevdîtin bi kurê xwe re çêkiriye û kurê wê gotiye ew ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.   BI BIRYAR IN    Ekmez got: "Rewşa wan nebaş bû. Lê dîsa jî tim dikeniya. Moral dida me. Digot 'Heta Rêberê me azad nebe, em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Rêberê me tê tecrîdkirin. 4-5 sal in kes nikare pê re hevdîtinê çêbike. Heta dawî li tecrîdê neyê, wê greva me dewam bike." Ekmez, diyar kir ku piştî hevdîtinê wê bi telefonê jî bi kurê xwe re axiviye û kurê wê careke din dubare kiriye ew ê heta dwiyê çalakiya xwe dewam bikin.    ‘DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE'    Ekmez, destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin daxwaza zarokên xwe û got: "Daxwaza me ew e ku demildest daxwaza zarokên me bê qebûlkirin. Em jî wekî zarokên xwe dixwazin dawî li tecrîdkirina Rêberê me bê û hevdîtin pê re çêbibin." Ekmez, bang li rayedarên dewletê jî kir û xwest ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan gavina bavêjin.    MA / Sadiye Eser