4 kes li Kolana Yukselê hatin binçavkirin 2017-11-04 14:42:07 ENQERE – Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 361 roj e li Kolaya Yukselê dewam dike, di êrîşa polîsan de 4 kes hatin binçavkirin. Çalakiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi rêya KHK'ê ji kar hatin avêtin, 241 roj e dewam dike. Kedkarên cemaweriyê hem ji bo piştgiriyê bidin hîndekaran û hem jî ji bo vegerin karê xwe, çalakiya "Em karê xwe dixwazin" dan destpêkirin û 361 roj e çalakiya wan dewam dike.   Çalakvanên li Kuçeya Konurê hatin gel hev, xwestin bimeşin. Polîsan bi maşîneya binçavkirinê û bi mertalan kuçe girt, nehişt çalakvan derbasî ber Birdariya Mafê Mirovan bibin. Çalakvanan dema xwest li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin, polîsan astengî derxist û li ser vê dirûşim hatin berzkirin. Di êrîşa polîsan de Alev Şahîn, Mehmet Dersulu, Sîmge Aksan û Îlker Işik bi lêdanê hatin binçavkirin. Di dema derbkirinê de polîsan bi mertalan pêşiyê girt û nehişt dîmenê lêdana polîsan jî bê kişandin. Çalakvan bi lêdanê li maşîneya binçavkirinê hatin sîwarkirin.