ROJEVA 6'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-06 09:00:04   * Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Gulay Gun Bîlîcî ku ji Girtîgeha Jina ya Şakranê derket, bal kişand ser rewşa tenduristiya 3 jinên di greva birçîbûnê de û got, vîtamîna B1 nayê dayîn.    * Li Wanê qeyûm bi hinceta "tadîlatê" bazara heywanan girtibû. Sewalvanên ku 8 meh in nikarin biçin bazarê, li derve li nav rê heywanên xwe difiroşin. Sewalvanan diyar kir ku qeyûm dixwaze bazara heywanan bike amûra hilbijartinê û gotin: "Dixwazin me bixapînin, lê em ê nexapin."    * Li Amedê, jina bi navê Ş.H., li ajandaya xwe gotinên strana "Apê Mûsa" ya Grûp Mûnzûrê nivîsandibû. Ji ber peyva "heval" a di stranê de doz lê hat vekirin û hat girtin.    * Fehîme Ekmez, dayika Nîhat Ekmez ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ddi greva birçîbûnê de ye, got: "Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin daxwaza zarokên xwe."    * Li Sûrê, bi biryara "îstimlaqkirina lezgîn" hatibû xwestin ku mala wî jê bistînin. Li ser vê rayedar serdana Kebîr kiribûn û soz dabûnê ku dê wî têxin karekî û alîkariya wî bikin. Lê belê sozê hatin dayîn yek jî bi cih nehatin. Heta medyaya hawizê ev yek bi ser navê "Dewlet, li Amedê xwedî li welatiyên 30 sal in bi tena serê xwe dijî derket" serwîs kiribû.    * Meryem Erbey, ku du zarokên wê di greva birçîbûnê de ne got: "Daxwaza zarokên min daxwaza min e jî."    * Di ser mirina 137 kesên li Cizîrê di dema derketina qedexeya derveye de li jêrzemînên malên xwe asê man û hatin kuştin de, 3 sal derbas bûn. Wê DMME, di salvegera bûyerê de biryara xwe aşakere bike.    * Li Semsûrê, çend dildarên hawirdorê ji bo darberûyên hatin tunekirin ji nû ve jîndar bikin, tovên berûyan direşînin. Alî Polat got: "Ger li vir darek zirarê bibîne, li Behra Reş daristanek tune dibe. Divê heman hesasiyet ji bo her derî hebe."    *Tevkarên Platforma Zimanê Kurdî dê bi boneya xebatên xwe û amadekariyên 21'ê Sibatê Roja Zimanên Dayikê ya Cîhanê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûr Rojhilat bi endamên çapemeniyê re di civîna taştê de bên cem hev. (10.00)   *Danişîna doza derbarê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û 41 parêzerên de, bi hinceta “Erka xwe xirab bikar anîne” hat vekirin, dê li 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (11.00)   *Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, dê derbarê çalakiya grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Herêma Egeyê de, li avahiya şaxê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   *14’emîn danişîna doza JITEM’ê ya dinavbera 29’ê Cotmeha 1995 û 8’ê Adara 1996’an de 3 jê zarok 8 kes li navçeya Kerboran a Mêrdînê dibin çavan de hatin windakirin, dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê bê dîtin. (11.00)   * Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç, dê derbarê pêvajoya hilbijartinê û pêşketinên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)   * HDP, dê li navçeya Geverê ya Colemêrgê buroya hilbijartinê veke û li Agiriyê jî, namzetên hevşaredariyan bide nasandin. (13.00)