Li Edeneyê ji bo Leyla Guven çalakiya dengderxistinê 2019-02-05 22:46:04   EDENE – Li Edeneyê, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guvenê, çalakiyeke dengderxistinê li dar xistin û ji bo xwedîderketina li çalakiyên greva birçîbûnê bang li herkesî kirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 90'î de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger didome. Li gel vê her diçe çalakiyên ji bo piştgiriya greva birçîbûnê jî zêde dibinç. Li Taxa Şakirpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê, ciwan ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven û girtiyan çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Ciwan daketin hemû kuçeyên taxê û dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin.    Ciwanan bang li herkesî kir ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin.