Hunermend Îlkay Akkaya, çû serdana Leyla Guvenê 2019-02-05 20:11:24   AMED  – Hunermend Îlkay Akkaya, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 90 roj in di greva birçîbûnê de ye ziyaret kir. Akkaya, ji bo Guvenê strana xwe ya bi navê "Kir Huznunu" got.    Her diçe piştgiriya ji bo çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku 90 roj in ji bo dawî li tecrîda li Îmraliyê bê di greva birçîbûnê de ye, zêde dibin. Îro piştî malbatên Roboskiyê, hunermend Îlkay Akkaya jî hat Amedê û li mala Guvenê, serdana wê kir.    Akkaya û Guven sohbet kirin û piştî sohbetê Akkaya strana xwe ya bi navê "Kir Huznunu" ji bo Guvenê got.