Buldan: Hûn ji bo desthilatdariya xwe nikarin siyasetmedarê me dîl bigirin 2017-11-04 14:39:00 STENBOL – Wekîla Serokê Meclîsa Tirkiyê Pervîn Buldan di salvegera girtina parlamenterên HDP’ê ya di 4’ê mijdarê de axivî û got: “Heke ku hûn dixwazin Tirkiye bigîhîje demokratîkbûnê demildest dawî li bêhiqûqiyan bînin. Hûn nikarin ji bo desthilatdariya xwe bidin meşandin siyasetmedarê me dîl bigirin.”  Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi boneya 4’ê mijdarê salvegera yekemîn a girtina parlamenterên HDP’ê li Qada Galatasarayê daxuyaniya çapmeniyê li dar xist. Serokwekîla Meclîsa Tirkiyê Pervîn Buldan, Parlamentera HDP’ê Huda Kaya, Berdevak Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, rêveberên rêxistinên HDP’ê yên bajêr û navçeyan ên Stenbolê û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl beşdar bûn. Di daxuyaniyê de bi hilgirtina dovîzan balê kişandin tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.    ‘DARBEYA HERÎ MEZIN A LI DIJÎ SIYASETA DEMOKRATÎK E’    Rêvebera HDP’a Stenbolê Hevîn Kinay daxuyanî xwend û diyar kir ku girtina hevserokan û parlamenterên HDP’ê ku di 4’ê mijdara 2016’an de pêk hat wek darbeye derbasî dîroka siyaseta Tirkiyê bû û 4’ê mijdarê di serdema OHAL’ê yek ji darbeyên herî mezin a li dijî siyaseta demokratîk e.    Kinay da zanîn ku mekanîzmayek parlamenteran bi awayek dij hiqûqî bên girtin tune ye û got: “Êrîşa bi awayek hemwext pêk hat delîltiya ku ne operasyonek hiqûqî ye operasyonek siyasiye dide nîşandan. Ji tîrmeha 2015’an vir ve ji 10 hezarî zêdetir rêveber û endamên HPD’ê û pêkhateyên wê hatine binçavkirin. Ji 3 hezarî zêdetir kes jî hatine girtin. Der barê wekîlên HDP’ê de gelek fezleke hatin amadekirin û şandine Serokatiya TBMM’ê.”    'DÊ TÊKOŞÎN BIDOME'   Kinay, anî ziman ku dê tu carî bihiqûqiyan qebûl nekin û wiha got: “Li dijî hemû bêhiqûqiyên heyî emê têkoşîna xwe ya demokrasî û hiqûqê bidomînin. Em ê li dijî ‘Rêveberiya yek zilam’ a dixwaze gelên li Tirkiyeyê mehkumê wî bidin, mîna duh îro jî hêzek xurt danîn holê. Ji bo em hemleyên tesfiyekirina siyaseta demokratîk vale derbixin, em ê têkoşîna xwe ya siyasî û rêxistî bidomînin.”     'BUNUN ADI REHİN ALMADIR'   Piştî axaftina Kinay, Wekîlê Serokê TBMM û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan axivî. Buldan, diyar kir ku operasyona 4’ê Mijdarê ne hiqûqî bû û wiha got: “Operasyonek siyasî bû. Bi awayeke vekirî dîl girtin bû. 9 parlamenterên partiyekê ya li Tirkiyeyê ku 6 mîlyon deng girtin, hîna jî dîlgirtîne. Divê demildest ev bêhiqûqî bi dawî bibe û parlementer bên berdan. Ez bang li hikûmetê dikimi ger hûn demokrasiya Tirkiyeyê dixwazin, dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Ji bo hûn desthiladariya xwe li ser piyan bigirin, hûn  nikarin siyasetmedarên me dîl bigirin. Ên ku welat anîn vê rewşê, bila baş zanibin, panzehîra aştî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê parlamenterên me yên dîl girtîn e. Hîna ne derenge. Pêdiviya welat bi aştiya civakî heye. Ji ber vê yekê dawî li bêhiqûqiyên xwe bînnin.”       'DÊ EW KÊŞTÎ LI BENDERGEHÊ RAWEST E'   Budan, wekîlên girtî silava kir û wiha domand: “Em soz didin hevserokên xwe yên giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgan Yuksekdag, teqez em ê qezenc bikin. Mîna Birêz Demîtaş gotî, dê ew kêştî li bendergehê rawest e. Emê wê kêştiyê bigihînin ber peravên avê.”   DOWÎZA OCALAN HINCETA BINÇAVKIRINÊ YE   Piştî axaftina Buldan, daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Temînata aştiyê Ocalan e, heya Ocalan azad neber aştî ne pêkane” û  “HDP heviye, hêvî li ser piyaye” bi dawî bû. Piştre rêveberekê ku dowîza “Heya Ocalan azad nebe aştî ne pêkane! Welatekê ku lê aştî nebe, jiyana azad û wekhevî ne pêkan e” hilgirt hat binçavkirin. Polîsan hinceta binçavkirinê dowîz nîşan dan.