Ji Gebzeyê bang kirin: Tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin 2019-02-05 16:29:29   STENBOL - Endamên Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Marmara li ber Girtîgeha Gebze daxuyani dan û diyar kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan temînata aştî, demokrasî û azadiyê ye û xwestin tecridkirina Ocalan bi dawî bikin.    Çalakiya greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 90'emîn de berdewam dike. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê di roja 77'emîn de, çalakiya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê di roja 51'an de, çalakiya 35 girtiyên ku di 16'ê Kanûnê de li 10 girtîgehan dest pê kirin di roja 52'yemîn de, çalakiya 10 girtiyên di 17’ê Kanûnê de li 3 girtîgehan dest pê kirin di roja 51’an de, çalakiya 35 girtiyên di 26’ê Kanûnê de li  13 girtîgehan dest pê kirin di roja 42’yemîn de, çalakiya girtiyên di 27’ê Kanûnê de dest pê kirin di roja 41’emîn de, çalakiya 11 girtiyên di 28’ê Kanûnê de dest pê kirin di roja 40’emîn de, çalakiya girtiyên di 2’yê Çile de dest pê kirin di roja 35 emîn de û çalakiya ji sed girtiyan zêdetir di 5’ê Çile de li 26 girtîgehan dest pêkirin jî di roja 32’yemîn berdewam dikin.  Niha zêdeyî 290 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.  Endamên Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Marmara li ber Girtîgeha Gebze daxuyani dan û diyar kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan temînata aştî, demokrasî û azadiyê ye û xwestin tecridkirina Ocalan bi dawî bikin. Di çalakiye de gelek endamên înîsiyatifê û xizmên girtiyan amade bûn. Înîsiyatifê daxuyanî di bin dorpêça polîsan dan û pankarta “Em tecridê bişkînin, faşizmê hilweşînin" vekirin. Hevseroka HDP'ê ya Kocaeliyê Leyla Aygun dawxuyani da. Aygun, diyar kir ku temînata aştiya Tirkiye û Rojihilata Navîn Rêberê PKK'ê Ocalan e û wiha got: "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê bi lez ev tecrîd bi dawî bibe. Birêz Leyla Guven 3 mehin ji bo aştiyê û rakirina tecrîde di grevê de ye. Li gel ku Leyla Guven hat berdan jî qet gav paşve neavêt. Diyar kir ku heta tecridkirina Ocalan  û hemû Tirkiye bi dawî bibe dê çalakiya xwe berdewam bike. Di şexsê Guven de berxwedan her ku diçe li her derê belav dibe. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sabahat Tuncel û Parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak jî tev li vê berxwedanê bûne û çeperê wê firehtir kirine."     Aygun, herî dawî bang li her kesî kir û wiha got: "Divê hemû cemaweriya demokratik a Tirkiye û navneteweyî li dijî tecrîdkirina Ocalan ê ku temînata aştiya gelên Tirkiye ye, bi hestiyar tev bigerin."