Polîsan êrîşî vekirina buroya HDP'ê kir û namzeta hevşaredariyê binçav kir 2019-02-05 15:20:16   RIHA – Polîsan li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê êrîşî vekirina buroya hilbijartinê ya HDP’ê kirin û namzeta hevşaredariyê Narin Gezgor binçav kirin.    Rêxistina Pardiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê lie kolana PTT'ê ya berê avahiya buroya hilbijartinê vekir. Dema HDP'ê buroya hilbijartinê vekir, polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir. Serê sibê namzetên hevşaredariyê Serêkaniyê yên HDP'i Mehmet Ali Kahraman û Narin Gezgor li ber avahiya HDP'ê ya Serêkaniyê li gel welatiyan hatin cem hev û bi girseyî xwestin bimeşin avahiya buroyê. Lê polîsan li ber avahiyê pêşiya girsê birîn û destûr nedan meşê. Li ser vê yekê bi komên biçûk meşiyan biroya hilbijartinê. Namzeta Hevşaredariyê ya Serêkaniyê Narîn Gezgor li ber buroyê axivî û bal kişand ser tecrîdkrina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Dema Gezgor qala tecridê kir polîsan mudaxale kir. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir û di mudaxaleyê de Gezgor binçav kirin.