Doza Komkujiya Pirsûsê: Hat xwestin şahid bên guhdar kirin 2019-02-05 15:00:48   RIHA - Danişina doza 2 polîsên ji komkujiya 34 ciwanên li Pirsûsê hatin kuştin berpirsiyar, li Pirsûsê hat dîtin. Parêzeran di parastinên kirin de xwestin şahid di dadgehê de bên guhdarkirin.    3’yemîn danişîna doza 2 polîsên Alî Koçak û Ahmet Oguz Davarci ku ji ber kuştina 34 ciwanên sosyalîst ên Navenda Çandê ya Amara ya Rihayê ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de pêk hat, tên darizandin li Dadgeha Cezayê Aslî ya navçeya Pirsûsa Rihayê hat dîtin. Polîs Alî Koçak ê di çarçoveya lêpirsîna Cemaeta Fettûllah Gulen de girtiye û Ahmet Ogûz Davarci yê ne girtî tê darizandin beşdarî danişînê nebûn. Li ser navê malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan Kader Tonç beşdarî danişê bû.    Şandeya Dadgehê, di danişîna di 25’ê Îlonê de, biryar dabû ku rayedarên ewlekariyê Ruştu Yilmaz, Abdurrahîm Ozdemîr, Oykûn Îlgun, Tanjû Gunduz, Cuneyt Şanli, Suleyman Kuçukkaya û Mehmet Yapalial weke şahid di dadgehê de bên guhdarkirin û ji bo vê jî ji adresên wan re teblîxat şandibûn.    Piştî îfadeyên polîsan hatin xwendin, Parêzer Kader Tonç xwest ku li ser navê malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn beşdarî darizandinê bibe. Prz. Tonç dûre xwest 7 polîsên şahid li pêşberî dadgehê bên guhdar kirin.    'BILA QEYDÊN KAMERAYÊ DI DOSYEYÊ DE CIH BIGIRIN'   Tonç, xwest ku qeydên kamerayê yên şahidan behsa wan kirin di doseyê de bên bi cih kirin û wiha got: “Em disan dixwazin ku axaftinên polîs Ahmet Ogûz Davarci yê dinavbera 19 û 20 Tîrmeha 2015’an de, di telsizê de kirin di dosyeyê cih bigirin.”    Şandeya Dadgehê, diyar kir ku ewê di danişînek din de daxwazên Prz. Kader Tonç binirxînin û danişîn taloqî 12’ê Tîrmehê kir.