Şêniyên Firatê li dijî tecrîdkirina Ocalan daketin qadan 2019-02-05 14:47:53   GIRÊ SPÎ - Bi hezaran Şêniyên Firatê bi armanca tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" daketin qadan.    Bi hezaran welatiyên herêma Firatê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destekdayîna çalakiya Leyla Guven, bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" li bajarê Girê Spî meşek girseyî pêk anîn. Bi hezaran şêniyên kantonên Girê Spî û Kobanê yên herêma Firatê li bajarê Girê Spî kom bûn û meşiyan. Meş ji ber Çerxerêya El-Elem dest pê kir û heta Çerxerêya El-Qefes meşiyan.  Bi hezaran şêniyên herêma Firatê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen û rûspiyên êlan tev li meşê bûn. Meş bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destekdayîna kesên ku di greva birçîbûnê de ne û di serî de Leyla Guven ku ev 3 meh in di grevê de ye pêk hat. Meş didome.