Cenazeyê Mîr Tehsîn Bek hat definkirin 2019-02-05 13:30:30 DIHOK - Cenazeyê Mîrê Êzidiyan, Mîr Tehsîn Beg ku duh  ji Elmanyayê anîn Herêma Kurdistanê li warê wî Şêxan bi merasîmekê hat defin kirin.  Cenazeyê Mîrê Êzidiyan, Mîr Tehsîn Beg ku duh  ji Elmanyayê anîn Herêma Kurdistanê li warê wî li bajarokê Şêxan a Dihokê bi merasîmekê hat veşartin. Gelek welatiyên Êzidî, nûnerên partî, rêxistin,  hikûmet û konsolosxaneyên welatan beşdarî merasîma cenazeyê Mîr Tehsîn bûn. Di heman demê de  Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca di nav de şandeyeke HDP'ê jî beşdarî merasîmê bû.   Piştî veşartina cenazeyê Mîr Tehsîn Beg li Şêxan sersaxî tên qebûlkirin. Mîrê Êzidiyan, Mîr Tehsîn Beg di 27'ê Çile de li Elmanyayê di temenê xwe yê 86 salî de koça dawî kir. Cenazeyê Mîrê Êzidiyan, Mîr Tehsîn Beg duh ji Elmanyayê gihiştibû Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê.