Parêzerên Ocalan cara 787’emîn ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2019-02-05 11:42:25   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, cara 787’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal û Îbrahîm Bilmez, bi armanca li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin, cara 787’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzeran herî dawî cara 786’emîn serî li Serdozgeriya Komarê dabûn, lê serdozgerê Komarê yê Bursayê  bi hinceta qanûna Ewlehiyê û Ceza ya Hêjmar 5275'an serlêdan red kiribû.   Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha her tim, bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “Koster xerabe ye", “Koster di tamirê de ye", “OHAL heye" û "Xala 5275'an a Tedbîrên ewlehiyê û ceza serlêdana parêzeran red dike.   Li aliyê din birayê Ocalan Mehmet Ocalan di 12’ê Çile de hevdîtin bi birayê xwe re kiribû.