‘Li Girtîgeha Xarpêtê pîvanên tansiyon û şekir ên çalakgeran jî nayên kirin' 2019-02-05 11:37:36 AMED – Çalakiya Koma ewil a girtîgiyên li girtîgehan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 52'emîn de berdewam dike. Çalakger Cengaver Aykul ku 52 rojin di grevê de ye rewşa tenduristiya wî xera bdibe. Parêzerê Ayluk Serhan Ozdemir, bal kişand ser rewşa girtîgeha Xerpêtê û diyar kir ku li girtîgehê, wekî Aykul gelek girtiyên din pîvanên tansiyon û şekirê wan nayê girtin.    Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 90 roji li pey xwe hiştin. Çalakiya girtiyên siyasî ku di 16'ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn di roja 52 roj de berdewam dike. Li girtîgehan niha 281 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Yek ji van çalakgeran Cengaver Ayluk ê di sala 2013'an de hat girtin û rastî 15 sal veza hatiye ye. Aykul, heta niha li girtîgehên Amed, Gumuşxane, Patnos û Xerpêtê girtî ma. Aykul, piştî di 16'ê Kanûna 2018’an de li Girtîgeha tîpa L a Patnosê dest bi greva birçîbûnê kir, ew şandin hucreyê. Di roja 10’an de ji Patnosê sewqî Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê kirin.    Parêzer Serhan Ozdemir ku li Xarpêtê Aykul ziyaret kir diyar kir ku rewşa tenduristiya muwekilê wî her diçe xerab dibe û xwest heyetek serbixwe ya bijîşkan biçe kontrolê. Ozdemîr, anî ziman ku li girtiyên ketine greva birçîbûnê ferz dikin ku têkevin rojiya mirinê û wiha got: "Aykul li Patnosê piştî 10 rojan ket grevê ew sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin. Heta 15 rojan ji xeynî pêdiviyên Aykûl ê şekir, xwê û lîmanê pêdiviyên din pêşwazî nekirin. Rêveberiya girtîgehê bi helwesta xwe rojiya mirinê li girtiyan ferz dike. Rêveberiya girtîgehê teqez li ser girtiyan ferz dike ku têkevin rojiya mirinê. Hêj muwekilên me nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin û çalakiya xwe berdewam dikin. Aykul heta niha 20 kilo zeîf bûye. Serêşî zêde bûye û roniha çavên wî kêm bûye, Nikare bi lez tev bigere û destê wî di ricifin. Midûrê girtîgehê ji wan re dibêje 'Hûn di dizî dixwin ez dizanim' Dema bi şev radizên rastî neheqiya gardiyanan tên. Bijîşkê girtîgehê jî wekî feraseta rêveberiya girtîgehê tev digere. Pîvana şekir u tansiyonan jî nakin. Ji ber vê yekê divê heyetek serbixwe ya bijîşkan biçe li girtîgehê lêkolîn bike."    'CARA EWIL DESTÛR NEDAN EZ HEVDÎTIN BIKIM'   Ozdemîr, anî ziman ku dema di 26'ê Kanûnê de sewqî Xerpêtê kirin, ji ber muwekilê wî hikûm xwaribû mafê wî yê 3 parêzeran hebû û ji ber mafê 3 parêzeran bikar anîbû êdî nekarîbû hevdîtinê bike. Ozdemir, destnîşan kir ku heta girtîgehê jî çû, lê çiqas kir û nekir nikarîbû bi midûrê girtîgehê re hevdîtin bike û wiha got: "Min girtek nivîsand. Ez piştre fêr bûm ku roja ez çûm Cengaver jî anîne heta cihê hevdîtinê, lê piştre destûr nedane ku em hevdîtin bikin. Ger ku mafê muwekilê min ê 3 parêzeran tijî bûbûya diviya bû ew neanîna odeya hevdîtinê. Cengaver di hevdîtinek din de ji min re got 'midûrê duyemîn got ‘Binere parêzerê te hat û çû hêj du di kawîşa yek kesî de ye' Mafê min ê hevdîtinê binpê kirin. Komîsyona  Girtîgehan a Baroya Amedê piştre Girtîgeha Xarpêtê ziyaret kir. Em fêr bûn ku piştre Aykul xistine odeya çalakgeran. Lê vê carê ji heman odeyê çalakgerekî din Serkan Eren derxistine û avêtine hucreya yek kesî.    DIVE HEYETEK SERBIXWE YA BIJÎŞKAN BIÇE KONTROLÊ   Ozdemîr, da zanin ku Aykul ji Odeya Tabîban a Amedê xwestiye ku heyetek serbixwe ya bijîşkan biçe li Girtîgehê kontrola tenduristiyê bike û li daxwazên wan guhdar bike û wiha bi dawî kir: "Pir bi êşe muwekilê min careke din diyar kir ku nikare derkeve hevdîtinê û xwest pênûs û kawizekê jêre bişîne û vasiyeta xwe jêre binivise. Aykul diyar kir ku ew çeqez bi biryarin heta daxwazên wan pêk neyê dest ji çalakiya xwe bernadin û  heta encam bistînin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Aykul bang li raya giştî kir û xwest hestiyar tev bigerin. Min wekî parêzer berê serî li ÎHD da. Ji niha û şûnde jî ez dê serî li Odeya Tabîban, Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV), Saziya Înfazê ya Meclîsê û Lijneya Şopandina Girtîgehan bidim.    MA / Aydın Atay