HDP dê li Dîlokê piştgiriyê bide Celal Dogan 2019-02-05 11:17:49 DÎLOK - Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Muslum Kiliç, diyar kir ku ewê piştgiriyê bidin namzetê DSP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Dîlokê Celal Dogan û got: “Li Dîlokê ji bo ku demokrastî pêş bike, me ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin namezet diyar nekir.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), daxuya kirin ku ewê li dijî namzeta AKP-MHP a Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn û namzetê CHP-İyi Partî Ejder Demîr, dê piştgiriyê dibin namzetê Partiya Çep a Demokratik (DSP) Celal Dogan. Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Muslum Kiliç darbarê stratejiya xwe ya hilbijartina herêmî de axivî û diyar kir ku ew ji bo Serokatiya Şeredariya Bajarê Mezin a Dîlokê namzetan derxin û dê piştgiriyê bidin parlemeterê HDP’ê yê berê Celal Dogan ku ji DSP’ê bûye namzet.       Kiliç, anî ziman ku ew difirikin ku Celal Dogan li Dîlokê xîtabî hemû beşên civakê dike û wiha got: “Weke HDP’ê li ser navê demokrasiyê namzetiya Celal Dogan em keyfxweş kirin. Li Dîlokê ji bo ku demokrastî pêş bike, me ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin namezet diyar nekir û emê piştgiriyê dibin Dogan.”   ‘YÊN KU BAJARÊR BI RÊVE DIBIRIN PIRSGIRÊKÊN WÊ ÇARESER NEKIRIN’   Kiliç, da zanîn ku Celal Dogan 3 serdaman hemû qadên bajêr bi xwezayê re kir yek û wiha bilêv kir: “Di sala 2014’an de piştî şaredariya bajarê ket destê AKP’ê de, polîtîkayên bingehîn ên rantê dest pê kirin. AKP’ê bi van polîtîkayên xwe bajêr kir beton û hemû qad qirêj kirin. Yên ku bajêr bi rêve birin bi tu awayî pirsgirêkên wê çareser nekirin. AKP ji bo daxwazên gel nebû bersiv. Lê em di wê baweriyê dene, Celal Dogan bi xebatên xwe yên serkeftî, carek din bi destkeftiyên mezin, bajarê me bi ser bi xwe.”