Li Heskîfê kurd û ereban mil daye milê hev û dibêjin 'em tên' 2019-02-05 10:30:23 ÊLIH – Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Heskîfê yek jê ereb e û yek jê jî kurd e. Namzetên Hevşaredariya Heskîfê Mecîd Tokdemîr û Zozan Şîmşek diyar kirin ku ev 4 serdem in AKP ji bilî bêkariyê û hilweşandinê tu tiştek nekiriye û gotin: “Em tên ku Heskîfê bi gelê navçeyê re birêve bibin.”  Di hilbijartina herêmî de yek ji navendên herî zêde balê dikişîne ser xwe navçeya 12 hezar salî Heskîfê ya Êlihê ye. Tevî ku Heskîf xwedî hemû prensîbên UNESCO ye jî lê ji ber ku di asta hikumetê de serlêdanek nîne navçeya dîrokî hilnedan Lîsteya Mîrasên Cîhanê. AKP dixwaze Heskîfê di bin Bendava Ilisûyê de bihêle.    KURD Û EREBAN MIL DAYE MILÊ HEV    Li warê qedîm û dîrokî navçeya Heskîfê ya Êlihê ji ber polîtîkayên AKP’ê tê wêrankirin. AKP ji ber van polîtîkayan dengên xwe winda dike. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li Heskîfê yek jê ereb Mecîd Tokdemîr û yek jê jî kurd Zozan Şîmşek wek namzetên hevşaredariyê da nîşandan.    Zozan Şîmşek wek zarokek malbatek kedkar a kurd li Gundêdiyra ya bi ser navçeya Heskîfê ve di sala 1989’an de hat dinê. Şîmşek li Zanîngeha Dumlupinar a Kutahyayê beşa Civaknasiyê xwend û di 2013’an de mezûn bû. Şîmşek piştî zanîngeh qedand û şûn ve di nava Tevgera Jinên Azad û HDP’ê xebatên çalak ên siyasetê birêve bir.    ‘LI HESKÎFÊ DEMA JINÊ YE’    Şîmşek diyar kir ku pergal xwe li ser hişmendiya desthilatdar dide nîşandan û got: “Êdî dema jinek destê xwe bigîhîne Heskîfê hatiye.” Şîmşek da zanîn ku ji ber ew bi rêveberiya herêmî ya pir çandî û netewî bawerin partiya wan namzetên hevşaredariyê ereb û kurd daye nîşandan û got: “Li erdnîgariyek wek Heskîfê ku bi hezaran sal ji gelek netewan re malovaniyê kiriye, îro jî gelên kurd û ereb bi hev re dijîn. Ev çar serdem in AKP Heskîfê bi hişmendiya deshilatdar bi rêve dibe. Em jî ji bo ku navçeya 12 hezar salî bi hev re birêve bibin xebatên xwe dikin.”    ‘EM TÊN KU HESKÎFÊ ZINDÎ BIKIN’    Şîmşek anî ziman ku berpirsyariya talana li Heskîfê rêveberiya heyî ye û armancên xwe wiha anî ziman: “Ev çar sal in desthilatdarî vir birêve dibe. Heta îro ji bilî hilweşandinê tiştek li Heskîfê nekirine. Ev çar serdemin tiştek li vir nekirine dê ji niha şûn ve bikin? Dema gel biçe ser sindoqê divê vê yekê ji bîr neke. Ev navçe mozaîka gelan e. Eger gelê ereb û kurd li vir bi hev re dijîn divê bi hev re birêve bibin. Heta ji gel neyê pirsîn dê tu proje neyê hilberandin. Heke li Heskîfê jinek dema destê xwe dirêj bike dê ev hilweşandin bê sekinandin. Li vê navçeya qedîm keda jinê nayê dîtin. Hişmendiya desthilatdar li vir jinê tune dihesibîne. Halbukî dema em lê dinêrin li cihên din ên turîzmê hindik be jî keda jinê tê dîtin. Îro ji ber sedema hilweşandina li Heskîfê turîzm li vir xelas bûye. Em ê bi rêveberiyek çand û dîrok parêziyê hilweşandina li vir bisekinînin. Em ê bikin ku carek din bazarganî û aboriya li Heskîfê zindî bibe û bi gel re li rêyên vê yê çareseriyê bigerin.”    'ABORÎ Û TURÎZMÊ TÊK BIRIN’    Namzetê Hevşaredariyê Mecît Tokdemîr (49) jî li navçeya Heskîfê hat dinê û mezin bû. Ji malbatek ereb e û esnafiyê li navçeyê dike. Tokdemîr diyar kir ku ji ber polîtîkaya hilweşandinê û tengezariya aboriyê gelek şêniyên Heskîfê neçar man ji navçeyê koç bikin û wiha got: “Tu pirsgirêkên bingehîn ên Heskîfiyan hene. Pirsgirêka aborî yek ji pirsgirêkên girîng e. Heta çend sal berê jî şêniyên navçeyê bi karê çandiniyê, masîvanî û turîzmê re debara xwe dikirin. Lê îro yek ji van jî nemaye. Hemû bermehên dîrokî hatin veguhestin. Bi vê yekê re rewşa aborî serûbin bû. Mirov dikare bêje ku niha bazirganî têk çûye. Ji ber hilweşandinê jî mirov dudilî man e. Ji ber ku cihê Heskîfa nû jî xelas nebûye mirov nizanin dê çi bikin. Li gel van hemû qewimînên neyînî jî şêniyên Heskîfê dixwazin li ser axa xwe bijîn.”    ‘QEYDA DENGÊ MIN JÎ JÊ BIRIN E’    Tokdemîr anî ziman ji ber polîtîkayên hilweşandinê êdî wisa bûye ku hurmet ji miriyan re jî nayê nîşandan û gelek turbeyên li vir hatin veguhestin û dê goristanên li navçeyê jî di bin avê de bimînin. Tokdemîr da zanîn ku ji bo ew çareseriyê ji van hemû pirsgirêkan re bibînin bi modelek rêveberiya nû li deriyê xelkê didin û wiha got: “Me di hilbijartina 2014’an de bi ferqa 8 dengan şaredariyê winda kir. Lê di vê hilbijartinê de AKP ji niha ve winda kiriye. Ev jî xwe di qeydên hilbijêrên jê hatin birin de dide nîşandan. Gelek hilbijêrên xeyalî li vir hatin qeydkirin. Heta dengê min bi xwe jî ji qeydê hatiye derxistin û jê birin e. Ez li Heskîfê hatime dinê û li vir mezin bûme. Tevî hemû dek û dolabên AKP’ê jî em ê mal bi mal bigerin û em ê bi ser bikevin.”    ‘NIHA JÎ XELKÊ BI WADÊN KAR DIXAPÎNIN’    Tokdemîr destnîşan kir ku desthilatdariyê heta duh jî bi komir û meqarnayan diçû ber deriyê gel lê îro di bêkariya afirandine de bi wadên dê kar bidin xelkê diçin ber deriyê xelkê û got: “Heman rêbaz li Heskîfiyan jî ferz kirin. Dibêjin ‘heke hûn dengê xwe bidin me em ê kadrotiyê bidin we.’ Ev kesên 4 sal in li Heskîfê desthilatdarin çima heta îro bêkariyê neqedandin. Em wek HDP’ê ji bo bêkariyê bi gel re gotûbêj bikin û çareser bikin û çareseriyek mayînde hilberînin tên.”    MA / Metîn Yoksu