Qeyûmên Mêrdînê nû dest bi xizmetê kirin 2019-02-05 09:39:59   MÊRDÎN - Qeyûmên tayînî Mêrdîn û navçeyên wê hatin kirin, berî çend roj hilbijartina herêmî nû bi nû dest bi çêkirina rêyan, kaldirim û cadeyan kirin. Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Eylem Amak ev nêzîkatiya qeyûman nirxand û got: “Dê gel bi tu awayî rê nede van bertîlên biçûk.”   Qeyûmên tayînî şarederiyên Bajarê Mezin Mêrdînê, navçeyên wê Nisêbîn û Qoserê hatin kirin, berî çend roj hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, nû bi nû dest bi çêkirina rêyan, kaldirim û gaza xwezayî kirin. Qeyûm dibin navê “Xebata binesaziyê de” rêyên ku berê çêkiribûn, ji nû de di kole û çêdike.       LI SER KALDIRIMÊ DÎSAN KALDIRIMÊ ÇÊDIKIN!   Qeyûm bi taybetî rêyên berê çêkiribûn di kole û ji nû de çêde û li ser kaldiriman jî dîsan kaldiriman çêdike û dest nade kaldirimên kevin û xirab bûyî.   LI NISÊBÎNÊ DÊ ŞEBEKEYÊ DÎSAN BIGUHERÎNE   Heman rewş li navçeya Nisêbînê jî tê jiyîn. Qeyûmê ku tim bi çêkirina rêyan propagandeya xwe dike, dîsan dest bi kolandina rêya giştî kir.  Qeyûm bi hinceta şebekeya avê têra bajêr nake û ji bo şebekeye dîsan biguherîne, dest bi kolandina rê kir. Ev xebata jî wê çi demê bi qede ne diyare.      3 MEH ŞÛN DE CARDIN KOLAND   Dîsan qeyûmê tayînê Qoserê hat kirin jî heman xebatan bi rêve dibe. Qeyûm berî 3 mehan ji bo ku xetên ceyranê bixwe bin erdê dest bi kolandinê kiribû. Dîsan ji bo şebekeya avê nû bike, xebata ku bi rêve dibe bûye sedema bêzar bûna welatî û dikandaran. Dikandar li hemberî xebatên parçe bi parçe tên kirin bi gazincin.    ‘GELO HEYA NIHA LI KU DERÊ BÛN’   Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak, bertek nîşanî van nêzîkatiyên qeyûman dan û wiha axivî: “Ji bo hilbijartinê van xebatan dikin. Êdî kes nikare du meh berî hilbijartinê gel bi xapîne. Ev qeyûm gelo heya niha li ku derê bûn.”    Amak, da zanîn ku baweriya gel êdî bi van bertîlên biçûk nayê û wiha got: “Dê gel bi tu awayî rê nede van bertîlên biçûk û xwedî vîna xwe derbikeve. Qeyûm çi bikin bila bikin, gelê me dê roja 31’ê Adarê wan di sindoqande veşêre.”   MA / Ahmet Kanbal