Li Licê û Pasûrê qedexeya derketina derve û operasyon 2019-02-05 09:38:57   AMED – Li 17 gund û mezrayên girêdayî wan ên bi ser navçeya Licê û Pasûrê ve qedexeya derketina derve hat îlankirin. Li herêmê operasyona eskerî jî hat destpêkirin.    Walîtiya Amedê li 17 gund û mezrayên girêdayî gundan ên bi ser navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê ve qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexeyê saet ji 06.00’an ve dest pê kir û hat zanîn ku dê heta fermana duyemîn dewam bike.    Gundên Licê qedexe lê hat îlankirin wiha ne: Herkî, Darakol, Cofitnî, Bamitnî, Sinî û Bişişt û mezrayên wan. Gundên Pasûrê qedexe lê hat îlankirin wiha ne: Benin, Zillek, Çirik, Temiran, Maladinarî, Hacanan, Kamikan, Malamelikî, Godernê, Havingê û Temren û mezrayên girêdayî wan.    Hat ragihandin bi destpêkirina qedexeyê re li herêmê operasyona eskerî jî dest pê kir.