Leşker peyama HPG'ê xwend: Kuro nekişîne dê ji wan re bibe reklam! 2017-11-04 13:31:57 COLEMÊRG – Di êrîşa çekdarî ya li navçeya Şemzînanê de 2 cerdevan û 6 leşker hatibûn kuştin, fermandarê leşkerî yê brîfîng dan çapemeniyê, nîşeya li ser mertalê laylonî hatibû nivîsî xwend û ev tişt got: "Kuro nekişîne, dê ji wan re bibe reklam, yew wê nenvîsin hevalno." Li herêma Bêsosinê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê rojek berê şer derketibû û 2 cerdevan, 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dabû. Waliyê Colemêrgê Cuneyt Orhan Toprak û xebatkarên çapemeniyê yên li gel wî çûn herêmê û brîfîng da. Fermandarê leşkerî yê li herêmê lêkolîn pêk anî û agahî da çapemeniyê, axaftinên balkêş kirin.   Serbazê leşkerî li ser çalakiya gerîlayên HPG'ê rawestiya, çawa çalakî pêk anîne û gerîlayan çawa xwe ji çalakiyê re amade kiriye, yek bi yek vegot. Serbaz dest avêt mertalê laylonî û der barê mertalê gerîlayan de ev tişt anî ziman: "Vênê wiha digire, wiha tê. Termal mermal, wiha, germahiyê digire lê di kêliya destpêkê de nagire, demekî şûn de digire."   Di vê navberê de leşkerek dikeve nav axaftinê û ew jî wiha diaxive: "Di nava wê de tiştek nivîsî ne çi gotine", tiştên li ser laylonê hatine nivîsîn jî wiha dixwîne: "Heke teknolojiya we ya bê binî hebe, ya me jî mertelên me yên bêhempa hene. HPG"   Serbazê ku der barê "Mertal" de agahî dide, dîsa dikeve navberê, li xebatkarên çapemeniyê vedigere û wiha bang li wan dike: "Kuro nekişîne, dê ji wan re bibe reklam, yew hevalno wê nenvîsin. Reklama zilam nekin, ne hewce ye."   Serbazê leşkerî piştre gerîlayên HPG'ê ji ku re hatine û çawa êrîş kirine, agahiyan dide çapemeniyê.