Gora Pîr Sara Gîn ji bo defîneyê hat texrîbkirin? 2019-02-05 09:35:00   ÊLIH - Hat îdiakirin ku li gundê êzidiyan Cînêrya yê Êlihê, gora Pîr Sara Gîn texrîb kirine.    Li gundê êzidiyan Cînêrya yê Êlihê, gora Pîr Sara Gîn a li goristana Pîrê Zirav hatiye talankirin. Hat gotin ku şemya borî bi şev defîneger gor texrîb kirine. Hat hînbûn kêlika gorê hatiye şikandin, gor hatiye şikandin û kefenê Gîn hatiye qetandin. Her wiha hat ragihandin ku hestiyên Gîn li derdorê hatine belavkirin û nivîsên ji bo Gîn hatine nivîsandin û fîgurên gulan hatine perçekirin. Gundiyan, bilêv kir ku ev goristan ji bo êzîdiyan devereke pîroz e û xwedî dîrokeke bi hezaran salan e. Gundiyan, destnîşan kir ku ya hatiye kirin sûc e û xwestin ev kes bên zevtkirin.    Pîr Cengîz Kîy, bilêv kir ku şeva bûyer wan hin deng bihîstiye û got: "Roja bûyerê kûçik zêde diewitîn. Li gund car caran degê wisa tên. Wexta kûçikên li ser çopa navenda Êlihê an jî hespên kovî yên Çiyayê Ramanê tên nêzî gundê me, kûçik direyin. Piştî kûçik çend caran li ser hev reyin, guman li me peyda bûn û me berê xwe da ziyaretê. Me dît ku gor hatiye texrîbkirin." Kiy, bilêv kir ku ya hatiye kirin derî mirovahiyê ye.    'EM ÊZIDÎ Û MISILMAN BI HEV RE DIJÎN'    Kiy, diyar kir ku goristana gund di heman demê de ziyaret e jî û got: "Sara Gîn 15 sal berê mir. Pîr bû. Wekî hûn jî dibînin li ser kêlikan nivîsên almanî û tirkî hene. Malbata Gîn li Ewropayê ye. Ew jî liwr mir. Ji ber ev der axa wan e, li vir li cem xizmên w hatin veşartin. Kê ev tişt kir, çima kir em nizanin. Lê kî dibe bila bibe divê bê cezakirin. Gundê me gundê êzidiyan e, lê li gund em û misilmanan bi hev re dijîn. Zivistanê koçer tên gundê me. Em wek xwişk û bira bi hev re dijîn, lê hin kes radibin gorên me texrîb dikin."    Kiy, da zanîn ku cendirmeyan lêpirsîn daye destpêkirin û got: "Piştî bûyerê, xizmên me yên li Ewropayê li ser hevdu telefon kirin. Fermandarê cendirmeyan her roj tê gund û soz da ew ê sûcdaran zevt bike. Kê kir, çima kir em nizanin lê divê sûcdar bên zevtkirin."