‘Pêwist be em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin' 2019-02-05 09:34:41   ÎZMÎR - Welatiyên îzmîrî, diyar kirin ku divê hîn bêtir dengê çalakiya Leyla Guven û girtiyan bê bilindkirin û gotin: "Heke bivê em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî heman çalakî didome. Welatiyên îzmîrî, bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê û gotin: "Heke bivê em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin."    ‘DIVÊ HÎN BÊTIR DENG BILIND BIBE'    Umît Topçû, diyar kir ku daxwaza ji bo bidawîkirina tecrîdê daxwazeke di cî de ye. Topçû, bilêv kir ku pergal bi zanebûnî xwe li nedîtinê datîne. Topçû, rewşa siyasî ya Ocalan û polîtîkaya wî ya der barê Rojhilata Navîn de, ji bo dewletên serdest cihê talûkeyê ye. Topçû, destnîşan kir ku ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven divê hîn bêtir deng bê bilindkirin û got: "Di vê pêvajoyê de divê piştgiriyên alternatîf çêbibin. Kurt be jî Ocalan hevdîtin bi malbata xwe re çêkir. Lê belê ev hevdîtin, nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye. Divê Ocalan hevdîtinê bi muxatabên xwe re çêbike û divê ev ji aliyê rayedarên fermî ve bê daxuyandin. Jixwe diviya Ocalan hevdîtinê bi malbata xwe re çêbike."    Nûsrettîn Bayram jî, anî ziman ku Guven ji bo hesasiyetên gelê kurd dest bi greva birçîbûnê kiriye û ji bo Guven bijî divê herkes tev bigere. Bayram got: "Em dixwazin daxwaza me pêk bê. Em dixwazin hevdîtin bi Ocalan re bên çêkirin."    ‘HEKE BIVÊ EM Ê JÎ DEST BI GREVÊ BIKIN'    Bûse Ersoz jî, destnîşan kir ku Guven jinek e û ji ber vê çalakiya wê watedartir e. Ersoz, diyar kir ku dewlet dixwaze çalakiyê biçewisîne. Erzo, anî ziman ku Guven çalakiyeke zehmet didomîne û wê di dawiyê de gel bi ser bikeve. Ersoz got: "Em ê bi ser bikevin. Bila gumana tu kesî ji vê tune be. Her ku em bitêkoşin, em xurtir dibin. Ji bo piştgiriyê heke bivê em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin."    Şerafettîn Yettîm jî, diyar kir ku Guven û girtî mafê xwe yê demokratîk bi kart înin. Yettîm, destnîşan kir ku tecrîd sûc e û girtî di nav çar dîwaran de bedena xwe dane ber birçîbûnê û ev helwesta wan hêzê dide gelan. Yettîm got: "90 roj in parlementerek di greva birçîbûnê de ye. Kesên dibêjin em mirov in, divê li dor çalakiyên greva birçîbûnê bibin yek. Divê dewlet hin gavan bavêje."