Ji bo Komkujiya Pirsûsê komcivîna 'Em dev jê bernadin' 2019-02-05 09:34:02 STENBOL - Wê Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê û Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê, bi dirûşmeya "Em dev jê bernadin" komcivînekê li dar bixin. Çagla Seven ku di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bibû, bilêv kir ku wê ev komcivîn ji bo kesên li edaletê digerin bibe cihê hêviyê.  Wê Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê û Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê, bi dirûşmeya "Em dev jê bernadin: Li dijî siyaseta komkujiyê kesên doza edaletê dikin li hev dicivin" komcivînekê li dar bixin. Wê komcivîn, di 10'ê Sibatê de bê lidarxistin. Wê tevî kesên di komkujiyên ji sala 2015'an ve birîbdar bûne, parlementerên HDP û CHP'î, nûnerên partiyiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevî komcivînê bibin.    Çagla Seven ku di komkujiya Pirsûsê de birîndar bibû û di komîteya amadekar a komcivînê de cih digire, bilêv kir ku ew hêzê ji Dayikên Şemiyê digirin. Seven, bilêv kir ku wan dirûşmeya "Em dev jê bernadin" jî ji afîşa di bîranîna Hrant Dînk de hat bikaranîn de îlham girtiye. Seven, bilêv kir ku êş bi awayekî mirovan tînin cem hevdu û got: "Belkî, eger em li dor van êşan bicivin, aştiyeke rasteqîn pêk bê."    ‘ME DÎT, EM DIBÎNIN, EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'    Seven, anî ziman ku ew ê di komcivînê de bi sernavên "Me dît, Em dibînin" û "Em ê dev jê bernedin" hin rûniştinan li dar bixin û got: "Wê di rûniştina ewil de, kesên ji ber siyaseta komkujiyî ya Pirsûsê êş kişandine û hîn dikişînin biaxivin. Wê di vê danişînê de, zor û zehmetiyên jiyana piştî komkujiyê rû dan bên axaftin."    Seven, bilêv kir ku wê di rûniştina dudoyan de jî wê parlementer, parêzer, rewşenbîr, rojnamevan û gelek kesên din ên tim li cem malbatên xizmên wan di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bûn biaxivin. Seven got: "Wê ev bûyer bi dîtinên cuda bê nirxandin. Wê rojnamevan Arzû Demîr bi Skype beşdar bibe û wê behsa hêviya kesên diçûn Kobaniyê bike. Her wiha malbat û hevalên Cemîl Yildiz ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da jî pirtûkeke derxistin. Wê ji bo wê jî standek bê vekirin."    'WÊ BIBE DESTPÊKA TÊKOŞÎNÊ'    Seven, diyar kir ku wê di rûniştina sisêyan de jî wê ji bo domandina vê têkoşînê rê û rêbazên demokratîk û aştiyane bên nîqaşkirin. Seven, destnîşan kir ku  wê ev komcivîn ji bo kesên li edaletê digerin bibe cihê hêviyê û got: "Niha em di pêvajoyeke ku herkes diêşe de ne. Tekane rêya başkirina van êşan ew e ku em bên cem hevdu û li vê xakê aştyê şên bikin. Wê ev panel ne paneleke hema bila pêk bê û biqede. Wê berdewamiya wê jî hebe û wê bibe destpêka têkoşîna me."