Helbesta çalakgerê greva birçîbûnê: Em ê li dora roja xwe bigerin 2019-02-05 09:33:23 STENBOL - Tûran Gunana ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê 51 roj in di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ye, helbestek nivîsand û di helbesta xwe de wiha dibêje: "Li dora roja xwe bigerin. Ma bê roj çi tehma jiyana me heye?"  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 90'î de ye. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî 281 girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ne. Li girtîgeha Tîpa F a Jimare 2'yan a Kandirayê, Tûran Gunana ku ji 17'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê helbesteke xwe xwend.    Helbesta Gunana nivîsandiye wiha ye:   “Dibêjin; divê hûn bi xeyalên me, Bi zimanê me û bi rengên me bijîn. Em jî dibêjin; Xeyala we yek reng e, Ya me xweştir û rengîntir e, Wekhevî, azadî, xûçk û biratî ye, Zimanê me kevnar û şîrîn e. Îcar dibêjin; divê hûn bêserî bijîn. Em jî dibêjin, bê serî çi xêra gewdê heye? Çawa ku spîka çavan li dora bîbîka wê digere, Çawa ku gerstêrk li dora rojê digerin, Em ê jî li dora bîbîka çavê xwe, Li dora roja xwe bigerin. Ma bê roj çi tehma jiyana me heye? Ma bê roj çi şewqa rengê me heye? Bê roj çi wateya me he ye? Em ê bi hemû hebûna xwe, bi roja xwe va bikelijin, Da ku hebûna me mayinde be, Û aştî rengê jiyana me be. Me got, em dibêjin û em ê hertim bibêjin, Bêy Serok jiyan nabe, jiyan nabe, jiyan nabe!”   MA / Sadiye Eser