‘Eger wisa bidome em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin' 2019-02-05 09:32:37 WAN - Sarya Atîman, dayika Kinyas Atîman ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayêê di greva birîbûnê de ye, got: "Eger wisa dewam bike, em ê jî wek zarokên xwe dest bi greva birçîbûnê bikin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 90'î de ye. Her wiha li gelek girtîgehan bi sedan girtî jî bi heman daxwazê di çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ne. Yek ji van girtiyan jî Kinyas Atîman e ku ji 8'ê Çileyê ve tevî 5 hevalên xwe li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ye. Dayika wî sarya Atîman (56) got: "Eger wisa dewam bike, em ê jî daxilî çalakiya zarokên xwe bibin û dest bi greva birçîbûnê bikin."    'EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'    Dayik Atîman, bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û grtiyan û xwest dawî li tecrîdê bê. Atîman got: "Bila ev pêvajo biguhere. Bi rojan e kurê min û hevalên xwe di greva birçîbûnê de ne. Tenê ne ji bo wî, ji bo hemûyan bang dikim. Ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bedena xwe dane ber birçîbûnê. Bila hevdîtin bi Ocalan re çêbibin. Em nikarin serdana kurê xwe bikin. Em niha nizanin rewşa wî, tenduristiya wî çawa ye. Bang li hemû kurdan dikim, ji bo dawî li vê tecrîdê bê em dengê xwe bilind bikin. Em çareyekê bibînin."    ‘BERÎ TIŞTEK MEZIN BIQEWIME DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN'    Bav Mevlu Atîman (78) jî got: "Bila êdî dawî li vê zilmê bê. Êdî her diçe zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin. Em di greva birçîbûnê de ne, ma em ê çawa baş bin? Eem dikarin ji bo wan çi bikin? Em ê çawa ji derheqê vê derkevin? Berî tiştên mezin rû bidin, bila dawî li vê tecrîdê bê. Heke bivê em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin, em emcbûr in. Divê pêşî dawî li tecrîdkirina Ocalan û paşê li ya girtiyan bê. Bila dewlet gavekê bavêje û dawî li tecrîdkirina Ocalan bîne."