Erkmen: Mozaîka Qersê dişibe mozaîka HDP'ê 2019-02-05 09:31:56 QERS - Nivîskar Ayhan Erkmen ku dema şaredarê Pazarcixê bû hat girtin û 7 sal û nîvan di girtîgehê de ma, destnîşan kir ku mozaîka Qersê pir dişibe mozaîka HDP'ê û ger Qers di 31'ê Adarê de HDP'ê tercîh bike, wê peyamekê bide tevahiya Tirkiyeyê.  Nivîskar Ayhan Erkmen, di 2009'ab de ji DTP'ê bû şaredarê bajaroka Pazarcix a Dîgora Qersê. Lê belê di sala 2011'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê" hat girtin û 7 sal û nîvan di girtîgehê de ma. Erkmen, destnîşan kir ku ew di çarçoveya operasyonên siyasî yên li dijî şaredariyan hatiye girtin. Erkemn, bilêv kir ku operasyonên wê demê, bi tayînkirina qeyûman dewam kirin. Erkmen, diyar kir ku dema hat girtin, pêvajoya muzakere û çareseriyê derketiye pêşiya Tirkiyeyê, lê belê ji ber hikûmetê ev pêvajo baş bi kar neanî niha encamên wê bi awayekî giran rû didin.    Erkmen, bilêv kir ku ji ber pêvajoya çareseriyê baş nehat nirxandin, hewldana darbeyê pêk hatiye û bûye sedem ku niha Tirkiye di warê siyasî û aborî de bixitime. Erkmen, bilêv kir ku xelasiya ji vê yekê ew ê ku gel di 31'ê Adarê de tercîha xwe bi awayekî rast bi kar bîne û ger gel tercîha xw erast bi kar bîne wê ev welat ji vê pêvajoya xirab xelas bibe.    ‘EV CIVAK VÊ REWŞÊ HEQ NAKE'    Erkmen, diyar kir ku Kurd unsûra sereke ya vî welatî ne û mafê wan ê xwe bi xwe rê ve bibin heye û got: "Ez jî nûnereke vî mafê xwezayî bûm, lê hatim girtin. Piştî me qeyûm tayînî şaredariyên me kirin û bi dehan hevalên me yên hevşaredar niha girtîne. Tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye. Beriya polîtîkayên qeyûmî, ger der barê hin şaredariyan de pirsgirêk hebin, divê pêşî hiqûq û îdare têketena dewrê. Diviya erka hilbijartiyan bihata zêdekirin, lê belê ji dvêla vê qeyûm tayîn kirin. Tayînkirina qeyûman, darbeya herî mezin a li hemberî demokrasiyê ye. Ev civak vê yekê heq nake. Bi destgîrkirina şaredariyan, bi girtina siyasetmedaran tu pirgsgirêk çareser nabin. Civak ji vê ne razî ye. Civak ne aram e û tu carî ev qasî bi ehlaqê civakê nehatibû lîstin."    ‘HEMÛ NASNAME NE RAZÎ NE'    Erkmen, destnîşan kir ku ev rewş tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû nasnameyan wisa ye. Erkmen, ji bo çareserkirina pirsgirêkê jî diyar kir ku pêdiviya Tirkiyeyê demildest bi demokratîkbûyînê heye.    ‘MOZAÎKA LI QERSÊ PIR DIŞIBE MOZAÎKA HDP'Ê'    Erkmen, diyar kir ku di 31'ê Adarê de yek ji deverên ku çav lê ne Qers e û got: "Qers, bajarek, pirbawerî û piretnîk e. Loma ji bo 31'ê Adarê firsendek ketiye destê Qersê. Mozaîka li Qersê pir dişibe mozaîka HDP'ê. Eger qersî HDP'ê tercîh bikin, wê bi vê tercîha xwe peyamekê bidin hemû Tirkiyeyê." Erkmen, diyar kir ku eger di hilbijartina 31'ê Adarê de hîle û xurde çênebin, wê ev yek li Qersê rû bide û wê ji bo Tirkiyeyê bibe avantajeke pir mezin.    ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Erkmen, ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan jî got, divê demildest dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê û got: "Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê, çalakiyên ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne." Erkmen, bilêv kir ku divê dewlet bersivê bide û got: "Nîqaşkirina pirsgirêkên civakê bi axaftin û diyalogê pêkan e."