ROJEVA 5'YÊ SIBATA 2019'AN 2019-02-05 09:00:40   * Li penaberê îranî Esmaîl Fattahî, bi îdiaya "li ber polîs rabûye û heqaret kiriye" 7 meh û roj cezayê girtîgehê û 10 hezar û 600 lîre jî cezayê pereyî hat birîn. Fattahi got: "Ne li Îranê ne jî li Tirkiyeyê ewlehiya min tune ye."    * Nivîskar Ayhan Erkmen ku dema şaredarê Pazarcixê bû hat girtin û 7 sal û nîvan di girtîgehê de ma, destnîşan kir ku mozaîka Qersê pir dişibe mozaîka HDP'ê û ger Qers di 31'ê Adarê de HDP'ê tercîh bike, wê peyamekê bide tevahiya Tirkiyeyê.    * Sarya Atîman, dayika Kinyas Atîman ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayêê di greva birîbûnê de ye, got: "Eger wisa dewam bike, em ê jî wek zarokên xwe dest bi greva birçîbûnê bikin."    * Tûran Gunana ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê 51 roj in di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ye, helbestek nivîsand û di helbesta xwe de wiha dibêje: "Li dora roja xwe bigerin. Ma bê roj çi tehma jiyana me heye?"    * Wê Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê û Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê, bi dirûşmeya "Em dev jê bernadin" komcivînekê li dar bixin. Çagla Seven ku di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bibû, bilêv kir ku wê ev komcivîn ji bo kesên li edaletê digerin bibe cihê hêviyê.    * Welatiyên îzmîrî, diyar kirin ku divê hîn bêtir dengê çalakiya Leyla Guven û girtiyan bê bilindkirin û gotin: "Heke bivê em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin."    * Hat îdiakirin ku li gundê êzidiyan Cînêrya yê Êlihê, gora Pîr Sara Gîn texrîb kirine.    * Namzetên HDP'ê yên Sêwregê Tûran Tuysuz û Emîne Çetîner, destnîşan kirin ku êdî gelê navçeyê ji qiraliyet û dîktatoriyê bêzar bûye û gotin: "Em jî li gor rêgezên partiyê, ji bo bibin bersiva bendewariyên gelê navçeyê bûn namzet."    * Qeyûmên tayînî Mêrdîn û navçeyên wê hatin kirin, berî çend roj hilbijartina herêmî nû bi nû dest bi çêkirina rêyan, kaldirim û cadeyan kirin. Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Eylem Amak ev nêzîkatiya qeyûman nirxand û got: “Dê gel bi tu awayî rê nede van bertîlên biçûk.”   * Nazîfe Kûrt, dayika Abdûllah Kûrt ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê 52 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku bi şev xew bi çavê wan nakeve û got: "Dilê me qayîl nabe em xwarinê jîçêbikin." Nîzamettîn Yener, bavê Şaban Yenerê ku xistin hucreyê jî, xwest dawî li tecrîda li Îmraliyê bê.   * Danişîna doza bersûcên Komkujiya Pirsûsê polîs Oguz Davarci û Ali Koçak dê li Edliyeya Pirsûsê bên darizandin. (10.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê rapora binpêkirina mafan a herêmê ya sala 2018'an li avahiya xwe bi raya giştî re parve bike. (12.30)    * Nobeta parlamenterên HDP'ê ya li avahiya KCD'ê dê berdewam bike.    * Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 90'î de berdewam dike.