Kongreya Star xwest rêxistinên mafên mirovan helwesta xwe diyar bikin 2019-02-04 18:25:21   HESEKÊ - Şêniyên navçeya Til Temirê çalakiya ku 3 roj berê ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destpêkiribûn, bidawî kirin. Endama Kongreya Star Xedîce Îbrahîm bang li rêxistinên mafên mirovan kir û xwest helwesta xwe diyar bikin û zorê li Tirkiye bikin.    Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca destekdayîna çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 89 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî kirin. Kongerya Star a herêma Til Temirê jî ji beriya 3 rojan konê çalakiyê veda bûn. Îro jî bi dehan şênî, saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî tevlî çalakiyê bûn. Endama Kongreya Star Xedîce Îbrahîm li pêşiya konê çalakiyê ku li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hatiye vedan daxuyanî da. Xedîce destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven maskên hemû desthilatdaran xist xwarê û rêya rêhevalên xwe Mazlûm Dogan, Mihemed Xeyrî Dûrmûş û Sakîne Cansiz ku ji mirinê jiyan ava kirin, berdewam dike. Xedica diyar kir ku Tirkiye tecrîdê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ferz dike û bi vê yekê dixwaze gel ji perspektîfên wî mehrum bike û wiha got: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan,  Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û bi sedan kes li her çar aliyên cîhanê destek dan çalakiya wê û ketin greva birçîbûnê. Em bang li rêxistinên mafê mirova dikin ku sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker re deyînin û helwestên xwe diyar bikin.”   Daxuyanî bi drşûmeyên silavkirina berxwedana Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidawî bû.   Tê payîn ku sibe konê çalakiyê li navçeya Dirbêsiyê  were vedan û 3 rojan dewam bike.