Çalakiya nobetê di roja 5’emîn deye 2019-02-04 16:57:00   AMED - Çalakiya nobetê ya li KCD'ê ya ji bo piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevkeroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî di roja 5'an de berdewam dike.    Çalakiya Nobetê ya bi armanca piştgirî dayîna çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 89 rojin di greva birçîbûnê de ye û girtiyên siyasî li avahiya KCD'ê hat destpêkirin, di roja 5'an de berdewam dikin. Parlementerên HDP’ê Ebrû Gunay û Îmam Taşçier nobet ji Huseyîn Kaçmaz, Kemal Pekoz, Nuran Îmîr û Mehmet Ruştu Tîrkayî dewir girtin.    Li salona ku ziyaretvan tên qebûl kirin pankarta wêneyê Leyla Guven, Îmam Şîş ê li Gallerê û Nasir Yagiz ê li Hewlerê di grevê dene û nivîsa “Emê tecridi bişkinin faşizmi helweşinin” hat daliqandin. Di nava rojê de namezetên Hevşaredarên HDP’ê yên Peyasê Necatî Pîrînççîoglu û Kezban Yilmaz jî dinav de bi dehan kes, nûnerên sazî û dezgehan parlementerên di nobetê de ziyaret kirin.