Bernhard Guhl: Tirkiye Zeytûnê Efrînê difiroşe Yekîtiya Ewropayê 2019-02-04 16:43:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Partiya Demokrat a Muhafazakar a Swedê  Bernhard Guhl, mijara Zeytûnên Efrînê anî rojeva parlamentoya Ewropê û diyar kir ku Tirkiye Zeytûnên Efrînê kom dike û bi marka xwe zeytûnan difiroşe Yekîtiya Ewropa (YE).    Tirkiye di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî Efrînê operasyona hewayî û bejayî pêk anî. Piştî şerê 58 rojan Tirkiye bi hevkariya TSK û OSO di operasyona balafir, tang, top û hezaran esker ket axa Efrînê û gelê Efrinê ji axa wan derxistin. Piştre yekineyên OSO mal û milkên welatiyan talan kirin. Di demsala havîn û payizê de jî hat diyar kirin ku bi hezaran ton zeytûnên ku ji Efrînê kom kirine bi kamyonan dikişînin Tirkiye. Parlamenterê Partiya Demokrat a Muhafazakar a Swedê  Bernhard Guhl, têkildarî Zeytûnên Efrînê pirsname da parlamentoyê. Guhl, diyar kir ku Tirkiye Zeytûnên Efrînê bi marka û navê xwe difiroşe Yekîteya Ewropa. Guhl, ji hikûmeta Yekîtiya Ewropa pirs pirsî û diyar kir ku Zaytûnên Efrînê hatine talankirin û wêrankirin. Guhl, destnîşan kir ku Tirkiye zeytûnên ku talan dike û wêran dike piştî kom dike difiroşe û bi pereyên wan dide militanên ku di şer de piştgirî dane Artêşa Tirkiye. Guhl, da zanîn ku bi awayekî neheq û wekî malê Tirk zeytûnan difiroşe Bazara Yekîtiya Ewropa.    Rojnamegerê Îspanyolê jî  cih da pirsnameya Parlamenterê Swêdi Bernhard Guhl û diyar kir ku di encamê de firotina Zeytûnan ya Almanya û Îspanya ne pir girîng e, Ya girîn ewe ku zeytûn tên firotin malê diziyê ye ya na. Ango şîrket, zeytûnên diziyê difiroşin ya na. Divê ev bê lêpirsîn.    WEZÎR MIKUR HATIBÛ    Wezîrê Çandiniyê ji daxuyani dabû û diyar kiribû ku ew naxwazin ev Zeytûn têkevin destê PKK'ê. Ev mijar berê jî weki niqaş hatibû rojeva meclîsa Tirkiye. Wezîrê Daristan û Çandiniyê Bekir Pakdemirlî, gotibû: "Em wekî hikûmet  naxwazin zeytûn têkevin destê PKK'ê. Em dixwazin hatina Erfînê têkevin destê me. Ev mafe me ye. Ji ber vê yekê jibo kooperatifên krêdiyê 5 hezar ton zeytûn wekî erk hatiye nivîsandin. Heta niha 600 ton zeytûn ketine Tirkiye. Di rekolteya zeytê de 200 hezar ton zeyt tê axaftin. Ev pir eyb e."