Cenazeyê Mîr Tehsîn Beg gihişt Hewlêrê 2019-02-04 15:31:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Mîrê Êzidiyan, Mîr Tehsîn Beg ku ji Almanyayê ber bi Herêma Federe ya Kurdistanê hat birêkirin gihîşt balafirxaneya bajarê Hewlêrê.   Cenazeyê Mîrê Êzidiyan, Mîr Tehsîn Beg ku ji Almanyayê ber bi Herêma Federe ya Kurdistanê hat birêkirin gihîşt balafirxaneya bajarê Hewlêrê.Li balafirxaneyê ji bo pêşwaziya cenazeyê Mîr Tehsîn Beg merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de gelek berpirsyarên hikumet û hizbên Başûr amade bûn.   Tê payîn sibe cenazeyê Mîr Tehsîn Beg li navçeya Şêxan were veşartin.