OHP: Girtiyên di greva birçîbûnê de tên derbkirin 2019-02-04 15:04:14   STENBOL - OHP'ê ragihand girtiyên li Herêma Marmarayê di greva birçîbûnê de ne dibin hedefa zext û kiryarên kêfî yên rêveberiyên girtîgehan. OHP'ê xwest li tavilê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) a Stenbolê li ser rewşa girtîgehên li Herêma Marmarayê rapora Çileya 2019'an bi civînek çapemeniyê eşkere kir.   Hevberdevka Komîsyonê Raziye Tûrgût raporê xwend û diyar kir ku li Herêma Marmarayê nêzî 100 girtî di greva birçîbûnê de ne û bal kişand ser zext û zordariya rêveberiyên girtîgehan li çalakgerên greva birçîbûnê dikin. Tûrgût ragihand ji ber grevên birçîbûnê birîn li devê hin girtiyan der bûne û gelekî kîlo li xwe kêm kirine.   DOKTOR KONTROLÊ NAKIN, KARBONATÊ NADIN   Turgut da zanîn ku rêveberiya girtîgehê vîtamîna B û karbonatê nade girtiyên di greva birçîbûnê de ne û girtî rojên Şemî û Yekşemê dernaxin revîrê, îdare her roj xwê, şekir û lîmonê dide, lê karbonatê nade û rojê hebek B12 dide.   Turgut bi bîr xist ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Duzceyê ku gelek caran bi binpêkirina mafên mirovan ketiye rojevê, tenê hemşîre kîlo û tansiyona girtiyên di greva birçîbûnê de ne kontrol dikke û lê heta niha doktoran kontrol nekirine. Turgut got vîtamîna B1 nayê dayin û girtiyê bi navê Sulyeman Benzer piştî kete greva birçîbûnê ew xistine hucreya yek kesî.   TUNDÎ LI ÇALAKGERAN TÊ KIRIN   Turgut destnîşan kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 2 leşkeran girtiyên bi navê Kemal Argiş û Adem Arslan bi zorê ji qawîşê derxistine û li wan dane, heqaret û sixêf li wan kirine.   Turgut diyar kir ku girtiyê bi navê Zerdeşt Odûncû ku 23'ê Kanûna 2018'an dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir ji wê demê ve doktor kontrola wî nake û nayê zanîn ku çend kîlo li xwe kêm kiriye.   GEFA DESTWERDANA BI DARÊ ZORÊ   Endamê OHP'ê Prz. Sînan Zîncîr jî diyar kir ku hevdîtin bi çalakgerên greva birçîbûnê Ozlem Ozdemîr û Ayten Gulsum ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê re hevdîtin hatiye kirin û li gorî gotinên girtiyan, li çalakgeran nexweşî debûne, midûrê girtîgehê gef li girtiyan xwarine ku çalakiya xwe bidomînin dê bi zorê dest li wan werdin.   Zîncîr got li Girtîgeha Kandirayê girtiyê bi navê Îbrahîm Kaya yê di greva birçîbûnê de ye 10 kîlo li xwe kêm kiriye û pirsgirêkên tenduristiyê lê der bûne.   'DIVÊ DAXWAZ TAVILÊ BÊN QEBÛLKIRIN'   Zîncîr bang li desthilatdariya siyasî kir ku ji bo rewşeke bêhtir metirsîdar rû nede bikeve nava hewldanan û got: "Daxwaz eşkere ne. Rakirina tecrîda li Îmraliyê û tecrîda li girtîgehan hemûyan e."