Li Colemêrgê starta hilbijartinê 2019-02-04 14:29:01   COLEMÊRG - Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê, li avahiya partiyê di civîna pêk anî de starta xebatên hilbijartinê da.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê, li avahiya  partiyê di civîna çepmeniyê ya pêk anî de, starta xebatên hilbijartinê da. Hevserokên HDP û DBP’ê yên bajêr, namzetên Hevşaredarên Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş û Cîhan Kahraman beşdarî civînê bûn.     Ateş di civînê de axivî û got: “Me îro dikandar ziyaret kirin û dest bi xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê kirin. Em li bajarê bikevin hemû koçeyan û li deriyê hemû malan bidin. Emê biçin serdana hemû dikandar, rêxistinên civaka sivil, saziyên jinan û mal bi mal bigirin û pirsgirêkên wan guhdar bikin. Colemêrg ya Me Ye. Emê nedin kesek din.”    Namzetên hevşaredaran û rêveberên bajêr piştî daxuyaniyê, dikandarên li ser Cadeya Bulvar ziyaret kirin.