Bîlgen: Dê Tirkiye neçar bimîne bedelê polîtîkayên şaş bide 2019-02-04 13:49:18 ENQERE - Wekilê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen, polîtikayên Serokê AKP'ê Erdogan ên der barê Sûriye û Venezuella de rexne kir û wiha got: “Çima li Sûriye meclîsa sazumankar ku hemû nasname û bawerî tevlê bibin neyê avakirin. Çima Qanûna Bingehîn ku vina her kesî temsîl dike neyê sazkirin? Ger ku polîtîkayên şaş bên kirin Tirkiye dê neçar bimîne bendela wê bide."  Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, li meclîsê civîna çapapemeniyê pêk anî û geşedanên dawî nirxand. Bîlgen, ewil der barê Zagona Madenê de rexneyên xwe anîn ziman û wiha got: "Di sala 2013'an de piştî santralên termîkê hat arizîkirin, ji bo zerara santrallan didin xwezayê bi sinor bikin, hatibû xwestin di pergala emisyonê de hin guhertin bên kirin. Ji bo vê yekê ji sala 2013’an heta 2019'an dem hatibû nîşandan. Lê 6 sal derbas bûn, bi sererastkirina ku bê lijneya giştî 2 salên din dirêj kirin. Her rastkirinên ku li vir tên kirin li şûna berjewendiyên cemaweriyê esas bên girtin, berjewendiyen fîrmanay esas tên girtin. Bê guman divê hem menfaeta neteweyî û hem jî xweza bi hevre bên fikirîn.    Bîlgen, bal kişand ser enflasyonê û wiha berdewam kir: "Raqamên enflasyonê alarmê didin. Li gorî daneyên TUÎK'ê TUFE ji sedî 20 û UFE ji sedî 33 ye. Her çend medya vê rêjeyê veşêre jî daneyên neyî nîşan didin ku ev rêje heta ji sedî 90’an bilind dibe. Dîsa di peymanên Lêkolina Nukleerên Olçeka Navê (İNF) ewih DYA û piştre Rûsya gav paşve avêtin. Xwe ji peymanê vekişandin. Ev nişan dide ku mirovahî di bin gefên mezin de ye. Lê ev yek ji bo Tirkiye tu tiştî îfade nake. Tirkiye cenazeyan dike mijara siyasî. Ev bêtir zerare dide civaka Tirkiyeyê. Divê dest ji zimanê gefan û enîbûnê berde.  Gel heta niha li hemberî gefan situ ne tewand ji niha û şûnde jî serî natewîne.  Ger ku Tirkiye welatê hiqûqe be û hilbijartinên rêveberiyên heremî wateyek wê hebe, divê hurmetê nîşanî vîna gel bide. Divê vîna gel esas bigire. Gel heta niha li hemberî van gefan serî netewand û ji niha û şûnde jî serî natewîne."    ‘6 MILYON HILBIJÊR PIŞTGIRIYÊ DIDE HDP’Ê'    Bîlgen, da zanîn ku di kampanyayên siyasî de hin partî tên reşkirin û kriminalizekirin û wiha got: "Dikarin di çarçoveya kampanyayên siyasî de bigêjin astekê. Lê ev de welat bibe talûkeyek mezin. 6 mılyon hilbijêr deng daye HDP’ê. yê ku deng daye HDP'ê gel e. Yên ku deng daye partiyên din jî gel e. Niha dixwazin HDP’ê kriminalize û reş bikin. Di şexsê HDP'ê de dixwazin gel ceza bikin. Cihê ku ne namzet lê nîşan nedaye wekî ku em feraqetê bidin CHP'ê nîşan didin û propaganda dikin. Ev nêzîkatî bi tu kesî nade qezençkirin. "    ‘LEYLA GUVEN ÇALAKIYEK DÎROKÎ YE'   Bilgen, cezayê li Hevşaredara Bajarê mezin a Amedê Gultan Kışanak û Hevseroka Gişti ya DBP'ê Sebahat Tuncel hat birîn jî şermezar kir û wiha got: “Cezakirina Kişanak û Tuncel, raste rast di şexsê wan de gel hatiye cezakirin. Hilbijêr hatine cezakirin. Îro siyasetmedar ji ber axaftinên xwe tên cezakirin. Îro HDP li ser navê gel siyasetê dike. Îro Leyla Guven jiyana xwe daniye holê. Ne ji bo daxwazên xwe, ji bo daxwazên civakê bedena xwe daniye holê. HDP ji bo aştî û demokrasiyê firsend e. Divê her kes guh bide daxwazên  Leyla Guven. Yên guhê xwe ji daxwazên Guven re digirin, hemû kesên li Tirkiye aştî û demokrasiyê dixwazin ceza dikin. "    POLÎTÎKAYÊN SÛRIYE ŞAŞ IN   Bilgen, polîtîkayên Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan ên der barê Sûriye de jî rexne kir û wiha got:  “Çima li Sûriye meclîsa sazumankar ku hemû nasname û bawerî tevlê bibin neyê avakirin. Çima Qanûna Bingehîn ku vina her kesî temsîl dike neyê sazkirin? Ger ku polîtîkayên şaş bên kirin Tirkiye dê neçar bimîne bendela wê bide."