Gundî bi îşkenceyê hatin binçavkirin 2017-11-04 12:48:45 COLEMÊRG – Derket holê ku li gundê Aşût û Zawîte yên bi ser navçeya Çelê ve du roj berê di serdegirtina gundan de welatî bi îşkenceyê hatine binçavkirin û bi porên jinan girtine û li wan heqaret kirine. Li gundên Aşût û Zawîte yên bi ser navçeya Çelê ya Colemêrgê ve beriya du rojan di serdegirtinên malan de 11 kes hatibûn binçavkirin. Derket holê ku tîmên taybet ên beşdarî operasyonê bûnê bi zext û îşkenceyê welatî binçav kirine. Sebahattîn Ecer, Hakîm Ecer, Omer Edîş û Musa Edîş yên li gundê Aşûtê bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hêj li Miduriyeta Polîsan a Çelê tên ragirtin.    'KURÊ MIN 10 SALÎ LI SER DEV DIRÊJ KIRIN’    Hevjîna Sebahattîn Ecer, Emîra Ecer û zarokê wê jî hatin derpkirin. Emîra Ecer destnîşan kir ku ew û kurê xwe yê 10 salî li hundirê malê bi ser dev wan li erdê dirêj kirine û hatine derpkirin. Ecer wiha behsa îşkenceyê kir: “Serê zû bi ser mala me ve girtin. Destûr nedan ku em kincên xwe jî biguherînin. Hevjînê min û kurê min bi hev re li ser dev li erdê dirêj kirin. Qîr kirin û heqaretê dikirin. Jinek polîs ku li odeya min lêgerînê pêk anî ji ber ku benên kesk, sor û zer dît heqaret l min kir. Derî girt û bi keziyên min girt û ji min re got ‘Hûnê çi bi van benikan bikin?’ Min xwest ez ji destê wê bifilitim, bi serê min girt û li dolaba kincan da. Min derp kir. Piştî serê min êşiya û qîr kir min berda.”    BI QÛNDAXA TIVINGÊ ÎŞKENCE   Hat zanîn ku Omer (21) û Musa Edîş (16) ên birayê hev jî bi derpkirinê hatin binçavkirin. Dayik Pîroz Edîş (57) got ku bi qûndaxa tivingê îşkence li kurê wê Omer kirine. Edîş diyar kir ku polîsan deriyê mala wan şikandine ketine hundir û got: “Çawa derî vekirin bi milên min girtin û min avêtin odeyê. Min li pişt xwe nêrî ku ser û çavê kurê min di nav xwînê de maye. Bi kulman ser û çavê kurê min ê biçûk derp kirin. Bi pêlavên xwe yên herî ketin mala me. Bi saetan li hundirê malê lêgerîn kirin. Pişt re bi darê zorê têkildarî ku zerar nedane me kaxiz bi me îmze kirin.”    'BI PORÊ MIN GIRTIN’    Jinbira birayên hev Edîş, Mîran Edîş (25) jî da zanîn ku bi porê wê girtine û wê derp kirine. Edîş anî ziman ku heqaret û îşkenceya polîsan li wan kiriye ji ber çavê wê naçe û xwîna ji rûyê tiyê wê diniqotî hêj li ser xalîçeyê ye.