Cenaze teşhîs kirin, 'hûnê li benda DNA'yê bimînin' 2017-11-04 12:34:42 MELETΠ- Gerîlayên HPG'ê yên li Licê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê wan rakiribûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê, malbatan cenaze teşhîs kirin. Lê ruxmê vê jî ceneze nedan malbatan û dozger got ku " Hûnê li benda encama DNA'yê bimînin." Li çoltara navçeya Licê ya Amedê 20'ê Cotmehê de şer derketibû û gerîlayên HPG'ê Nursel Oktay (Berçem Cîlo), Ugurcan Sobellî (Amed Avaşîn), Ahmet Gozun (Egîd Koçer), Yusuf Mutlu (Şevger Amed) û Huseyîn Gozubuyuk (Sabrî Tolhildan) jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan bi hinceta testa DNA'yê nedan malbatan.   Apê gerîlayê HPG'ê Huseyîn Gozubuyuk ê ji gundê Malê Bava ya Semsûrê hat Alî Gozubuyuk, destnîşan kir ku ew çûne Meletiyê wan serî li Saziya Tiba Edlî daye û rayedaran diyar kiriye ku cenazeyên ji Colemêrgê hatî heye, cenaze nayên naskirin. Gozubuyuk da zanîn ku wan piştre cenazeyên li Licê anîne mêze kirine, bi heman rewşê re rû bi rû mane, di nav cenazeyên nayên naskirin de cenazeyê biraziyê xwe jî teşhîr kiriye.   Gozubuyuk destnîşan kir ku ruxmê ku wan cenaze teşhîs kiriye jî dozger gotiye ku 'Hûnê li benda encamên DNA'yê bimînin' û wiha axivî: "Heta em cenazeyên xwe negirin em ê ji vir neçin derê hanê, îro nebe jî sibê em ê bigirin. 2 meh, salek çi demê dibe bila bibe, em ê bibin û li gorî rêgezên malbat û civaka xwe cenazeyê xwe defin bikin."