8 pasdarên Îranê li Urmiye hatin kuştin 2017-11-04 11:29:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê, di şerekî navbera pasdarên Îranê û komek muxalif derket de, 8 pasdarên Îranê hatin kuştin. Li gorî ajansên navxweyî yên Îranê, li herêma Babenûr a Çaldêrana girêdayî Urmiyê di navbera pasdarên Îranê yên li ser sînor û komek muxalif di 03'ê  Mijdarê şer derket. Hat zanîn ku di şer de 8 pastarên parastina sînor ên Îranê hatin kuştin. Di 26'ê Comtehê de jî li Çaldêranê şerek qewimî bû û di şer de 4 endamên komek muxalif hatibûn kuştin.   Heya niha tu kom û aliyekê berpirsiyartiya vê pevçûnê negirtiye ser xwe.